Qendîla yekem çawa tiştek nekiriye kaka?

Belê, piştî ku dolheramên DAÎŞ ê ketin Şingalê, hevallerên me gotibûn „Emê têkevin Şingalê û hew jê derdikevin“. Ev gotin wek “ PKK dixwaze li Şingalê Qendîla duyem çêke“ hatibû binavkirin. Hinekan jî digot „PKK û PYD dixwazin Şingalê jî bikin karton“ filan û fîstan.

fazil mirani KopieAxir, di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî, da zanîn ku gelek alîyên pozîtîf di rûbirûbûna DAİŞ’ê de hebûn. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li her çar parçeyan din jî û got: ‘’Ne di berjewendiya YPG’ê de ku çiyayê Şingalê bikin Qendîleke din û baregahên berdewam lê deynin. Divê YPG piştî şer  vegerin cihên xwe’‘ filan û fîstan.

Û xalê me Fazil Mîranî çi gotibû?

Sekreterê Polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî jî berî demekê gotibû: ‘’Ma Qendîla yekem çi ji Kurdan re kiriye heta Qendîla duyem bike kaka’‘ û dabû lotikan.

Kuro çawa Qendîlê tiştek ji Kurdan re nekiriye baba?

Qendîla yekem „Konfederasyona Rojhilata Navîn“ ji Kurdan re kir armanc…

Qendîla yekem „Netew-dewlet, serxwebûn“ li Kurdan heram kir…

Qendîla yekem „bratî, yekparî û yekrêzîya Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye“ ji Kurdan re kir xelat…

Qendîla yekem nexwest „Awrûpî çek û sîlehan bidin pêşmerge“ û antî propaganda pêşmerge, PDK û Barzanî kir…

Qendîla yekem ji Şingalê re „xweserî“ dixwaze û Kurdên Êzdî wek „neteweyek cuda“ derdixe pêş…

Qendîla yekem li Rojavayê Kurdistanê „karton û Kanton“ ava kirin û şêxekî wek şêxê Ereban, Şêx Himêdî“ kirin hevserok…

Qendîla yekem zimanê Tirkî ji Kurdan re kir diyarî…

Û bi sedan lotikên din…

Îcar Qendîla yekem çawa tiştek ji Kurdan re nekiriye kaka?

Ma meriv hevqasî bê wîjdan dibe yaw?

Zaxo

About The Author