Vê carê ji mirinê filitî, heta carek din xwedê kerîm e

Belê, Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron ve carê ji mirinê filitî. Cameron ê ku kefenê xwe xistibû bêrîka xwe û av û sabûna xwe jî amade kiribû, di deqîqeya dawîn de ji mirinê filitî û ji ezabê gorê xelas bû.

cameron-david1Serokwezîr Davîd Cameron berî referandûma Skoçlandê gotibû: „Bi her sê telaqên jinberdanê, heke Skoçland ji Brîtanya veqete, ezê xwe bikujim“ û dabû lotikan.

Tirsa xwekujtin û mirinê ketibû dilê Davîd Cameron. Rebeno ji sibê heta êvarî dua ji Îsa pêxember re dikirin ku di referandûmê de Skoçî doza serxwebûnê nekin û ji Brîtanya veneqetin.

Xuyaye dilê xwedê û Îsa pêxember bi Cameronê me şewitîye. Di referandûmê de Skoçîyan serxwebûn nexwest û xwestin bi Brîtanya re bijîn.

Serokwezîrê Brîtanya Davîd Cameron, li ser encamên referandûma serxwebûna Skoçlandê kêfxweşiya xwe nîşan da û got: „Şikir ji xwedê û Îsa pêxember re. Van herdu mezinan duayên min qebûl kirin û ez ji mirinê filitîm. Ê de heta referandûmek din xwedê kerîm û rehîm e lo“ û dest bi ken kir.

Werhasilî kelam, Davîd Cameron vê carê ji mirinê filitî û mûlidek qerase lê ket..

Îcar mûlida xwe dide yan nade, ji xirrê min û we ve…

London

 

 

About The Author