Xanima bi sê memikan

Xanima germik û nermik Jasmine Tridevil, ji bo ku bibe stêrka televizyon û sînemayê, 20 hezqar dolar li xwe da û memikek din bi sînga xwe ve zêde kir. Ango xanimê bû bi sê memikên nepoxî.

Jasmine

 

Xanima teqlo meqlo gotiye: „20 hezar dolar ne tiştek e. Heke xwedê bê erê û ez bûm stêrka televizyon û sînemayê, ezê bi milyonan dolar qezenc bikim. Hema 20 hezar dolar çû ji gilika min ve „ û daye lotikan.

Werhasilî kelam, vê heyamê xelkê mejîyê xwe xwariye. Ji bo ku çend dolar û euroyan qezenc bikin qûna xwe jî didin û darekî jî dixin xwe…

Keçê hey porkurê, nemayê, peppûkê, te ew 20 hezar dolar bişanda ji koçber û penaberên Kurdistanê re ne bixêrtir bû gewende?

Te go memika sêyem?

Keçê wê doktorên Lotikxanê miftî belaş 2-3 memikên nepoxî bi sînga te vekirina kezîkurê, ma ji vê rehettir?

Axir, tembîya min li we be gelî xwendevanan, hûn jî nedin dû xanim Jasmîne Trîdevîl.

Heke hûn memika sêyem bi sînga xwe ve daliqînin, divê wê gavê hûn du mêran jî bikin. Ji ber mêrek tenê nikare devê xwe têxe nav hersê memikan û bi wan bilîze. Yan divê du mêr bin, yan jî sê mêr.

Îcar hûn zanin….

Amerîka

inspiration

About The Author