Kî dibê Kurd ne bedew û spehî ne?

Belê, ji bo li cîhanê şer biqedin û peyama aştîyê bê ragihandin, li paytextê Tayland Bangokê pêşbazîya şahciwanên welatan li dar dikeve. Li ser navê Kurdistanê jî Şahciwana Înternetê Dalya Hesen beşdar dibe. Dalya wê Herêma Kurdistanê di nav gelek welatan de temsîl bike û bide lotikan.

sciwan5Şahciwana Herêma Kurdistanê ji ber ku wê Ala Kurdistanê di nav gelek welatan de bilind bike kêfxweşîya xwe anîye zimên û gotiye: ’’ Ji ber ku ez beşdarî pêşbazîyek ji bo aştîya cîhanê dibim û ezê Kurdistanê temsîl bikim, pir şanaz û serbilind im. Ev pêşbazî ji bo peyama aştîya cîhanê û Kurdistanê gelekî girîng e. Niha Herêma Kurdistanê mazûvaniya 2 milyon koçber û mexdûrên şer dike. Kurdistan ji bo van koçberan bûye stargehek. Herwiha Pêşmergeyên Kurdistanê bi DAIŞ’ê re şer dike. Bi beşdarîya vê pêşbazîyê ezê derfetê bibînim ku rewşa Kurdistanê ragihînim Tayland û cîhanê’’  filan û wekî din.

Ê de li ser xêrê be, xwedê bextê şahciwana me veke û wê bê lotik nehêle rebbî!

Aha ji we re Şahciwana Kurdistanê qurban, aha ji we re sêva xelatî.

Heçê dibêje keç û jinên Kurdan mekroh in, kirh û ne spehî ne, bela çavê wan û bavê wan derkeve..

Dihok

sciwan4

sciwan3

sciwan2

sciwan

About The Author