Qiblenameya Kurdistanê Kobanê Nîşan Dide

hamid omeriÇavên Perîzadeyê nedidîtin. Dest û tiliyên xwe yên hinnekirî li ser secadeya xwe digerand: “-Dadê tu li çi digerî ka ez bidim te…

– Tu nikarî bidî min dadê qurban, divê ez bibînim.”

Dîtina ku me dît li ber derê me mizawirên xelkê serê zarûkên me jêkirin. Bi pilepil, bi bêdengî bi şaşmayîn nêhirtina li vê karesatê ji bo kurdan ne çareserî bû. Lewra kêmasî û lawaziya ku li ber çavan qewimî ji êlekek milqol derneket. Bi xwe, wek êşeke ku felat jê re tune be her wekî ku di nava destên hinekan de hatibe guvaştin li leqika deriyê me xist. Em bi terpîna wê ya li erdê, na, lê em bi ketina zarûkên xwe pê hisiyan. Zar û zêçên kurdan dîsa bi çol û pesaran ketin. Sewt û fîgana ku dengê wê nediçû kesî dîsa ya kurdan bû. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku heta niha 1.200 Kurdistanî şehîd ketine. Lê helbet pê de diçû û gotina ku hêviya me mezin dikir lê zêde dikir: Kes nikare rê li ber îradeya gelê Kurdistanê bigire.

Em kurdên Kurdistanê ne we got erê!

Analîstên gilover yên xwedêgiravî ji me, rewşenbîrên me yên bi heytehol li ser ekranên TV’yan devê xwe vedikirin û bi mirûzên xwe yên tirş qala ‘me’ dikirin. Digotin kurdên Suriyê û kurdên Tirkiyeyê meriv û eqrebayên hev in. Deng ji me dernediket. Çimkî ji îskeîska zarûkên me yên li Şingalê ji xwe bêhn li me çikiya bû. Sirreke sar nîn bû ya ku diket hundirê me. Dayik û zarûkên me bi lerzê ketibûn lewma em ji xeberdanê ketibûn. Çavên me tûj dinihêrtin lê mirûz nemabû li me. Agir bi mala kulê bikeve çimkî dîsa bi pey me ketibû. Yên ku li ber hev bigeriyana divê em bûna. Lê bes bo xwe. Divê ev car me ji hevûdin re kûr û dûr bigota.

Divê me bigota û divê em bêjin: Em ne eqrebayên hev in hey agir bi mala we ketino, em birayên hev in. Kurdên Suriyê, kurdên Tirkiyê, kurdên Iraqê, kurdên Iranê…Ka binêrin bi gotinên xwe hûn xwe didin dest hey malxerabno!. Hêj ev çi berdêl e ya ku hûn ji me kurdan dixwazin? Em bûn yên ku piştî destarê herba mezin bê sî û star man. Lewma hûn me bi awayeke trajîk bi navên welatên xwe binav dikin. Bes em ne yê xwe ne. Em kurdên we ne! Yên Iraq, Iran, Surî û Tirkiyeyê. Axir ji şerma be jî hûn dibêjin hûn meriv û eqrebayên hev in. Çimkî hûn jî bawer nakin ji ew dirîtêlên ku nişka ve hatin kişandin. Lê serê we naşeqite ber we. Hûn hê jî hêviya ku em di dilê xwe de xwedî dikin dixwazin kor bikin. Lewma we bi wan çavsor û ruhstînan avêt ser me. Eskerên we ev car ev bûn. Lê hemd ji Xwedê re em ne yên berê ne!

Em bi xweşikayî li ser doşek û mînderek rûneniştin axir lê pişta me jî bi erdê neket hûn bi vê baş dizanin. Erê em carinan ketin xefk û dafikên we. Erê em carinan di xewa giran de hatin qefaltin. Erê we her bi leşkerên xwe yên hov avêt ser erd û xaka me. Erê em bi feqîrî û belengazî, bi piyên xwas bi çol û çiyayan ketin lê axir ev ji we re bû derd ku em hêj henin û her li pey heqê xwe nin.

Mesud Barzanî: Dev ji hemû nokokiyan berdin

Mixabin her wekî ku me di gelek nivîsarên xwe yên berê de destnîşan kiribû piştî çekên giran yên ku Daîş bi dagirikirina Mûsilê bi dest xist talûkeya mezin bo rojavayê Kurdistanê jî xuya dikir. Di nivîsara xwe ya bi tirkî ya di 5 ê Tebaxê de (http://www.ilkehaber.com/yazi/yazi/yazi/gercek-mi-kurmaca-mi-11328.htm) min vê talûkeyê destnîşan kiribû û mealen wiha gotibû: “Yek ji hedefa mezin ya Daîşê her wekî do îroj jî rojavayê Kurdistanê ye û herba li wir ev çend sal e didome. Xuya ye ku Daîş bi çekên ku li Iraqê bi dest xistiye dixwaze berê xwe bide rojavayê Kurdistanê. Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo vê rê nade. Ji lewma PYD ya ku heta niha bi qehremanî şer dike divê li rojavayê Kurdistanê dest bi xebatên yekîtî û bihevrêtiyê bike û di warê leşkerî de jî bi awayek lezgîn xwe modernîze bike.”

Daîş di firsenda ewil de bi wan çekên giran avêt ser Kobanê. Niha dilê hemû kurdan li Kobanê diavêje. Şervanên YPGê bi qehremaniya xwe nahêlin ku terorîst bikevin Kobanê û ew der dagir bikin. Lê helbet derfetên YPG ê jî diyar in lewma divê demildest peyama Serokê Kurdistana Federal Mesud Barzanî bê tetbîq kirin: “Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nokokiyan berdin û bi pêkve li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser rûyê hemû erkeke din e.”

Ka kaxez û qelem!

Piştî hemû karesat û qetlîamên ku hatinin serê kurdan hunermendên kurdan gilî û gazin ji derdorê kirinin. Ji bo em li heqê xwe bigerin helbet li her aliyê dinyayê divê em dengê xwe bilind bikin. Çimkî li dij van hov û terorîstan em xîret û rûmeta mirovatiyê diparêzin. Divê kurd dîsa ji xwe re kaxez û qeleman bînin lêbelê ev car ji bo ruh û giyanê zeman bê fahmkirin bi raya min divê vê neqlê ji xwe re, ji siyasetmedarên xwe re binivsînin. Divê ev car bêtir ji mezinên xwe re gilî û gazinên xwe bikin ku ka çima nabin yek û WELATEK SERBİXWE naxwazin! Divê ji pêşengên xwe yên xwedîberdêlen giran re binivsînin û bêjin gelo çima li ser navê biratiya ku bi hezaran sal e kurd pe tên xapandinê nikarin dev ji Bodrumê berdin?

Piştî Şingalê niha Qiblenameya Kurdistanê Kobanê nîşan dide. Û berê hemû şervanên Kurdistanê li wir e. Xîret û rûmet ew in. Lewra bes ew baş dizanin ku heq nayê dayîn lê tê stendin. Ez niha baştir fahm dikim ku Perîzadeyê çima digot “tu nikarî bidî min dadê qurban divê ez bibînim qibleya xwe.” Şervanên Kurdistanê bi vê çêtir dizanin lewma wa ye dimeşin û baweriya min ew e ku eger siyasetmedar û grûb dev ji nakokiyên xwe berdin ew ê serê kurdan zûtir bilind bibe û ruhê zeman çêtir bê fahmkirinê. Divê kurd ev car nexapin û ber bi Kurdistana xwe ve bimeşin. Çimkî hêvî jî ew e xeyal jî ew e.

Rûdaw

About The Author