Meryemê qûş li DAÎŞê qetand

Tirsa herî mezin a dolheramên DAÎŞê ev e ku bi destê jinan bên kujtin.

Çima?

mariamJi ber ku zilamê bi destê jinê bê kujtin, naçe bihuştê (li gor dîtina DAÎŞê).

Ji ber vê dîtinê, zinêkarên DAÎŞê naxwazin bi destê jinan bên kujtin û ji bihuşta gewrik mehrûm bimînin.

Êêêêêêê, helbet canim, ma kesek dixwaze ji 72 horîyên germik û nermik mehrûm bimîne? Na. Ne DAÎŞ dixwaze û ne jî tu zilamek.

Axir, di bombekirina baregehên DAÎŞ ê de pîlota balafirên şer Marîam (Meryem) Al Mansoûrî tirr ji zinêkarên DAÎŞê berda û ew tirrek kirin. Meryem Al Mansoûrî pîlota balafirên şer yê Emîratên Erebî ye. Meryem xanim di bombebarandina baregehên DAÎŞ yên li Sûrî de beşdarî koma hêzên navdewletî bû û bombe bi ser zinêkarên DAÎŞê de barandin, qûş li wan qetand û ew tirrek kirin.

Li gor tê gotin, zinêkarên DAÎŞê gava navê Meryem Al Mansoûrî dibihîzin û li ezmên bêhna wê dikin, wek kîvroşkên ku ji ber tajî birevin û xwe di qul û qewêran de veşêrin, li wan tê. Revî revî direvin, derpî dadigirin û xwe ji ber bombeyên Meryem xanimê vedişêrin. Rev û veşartina wan ne ji ber tirsa mirinê ye ha, na. Ji ber neçûna bihuştê ye. Heke qûnekan bi destê jinekê bên kujtin, wê neçin bihuştê û zinê bi 72 horîyan re nekin.

Ez serê we neêşînim, ez ji dêvla Amerîka û dewletên din bûma, minê tenê pîlotên jin bişandina şerê DAÎŞ ê. Hem minê zinêkarên DAÎŞ ê bikujtina, hem jî minê nehişta ew qûnbigû biçin bihuştê û têkevin ser dilê wan horîyên germik û nermik ellahwekîl…

Qamişlo

mariam3

About The Author