Sep 27, 2014

    Bû şehîd lê çû cehnemê

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Kadîn
    • 456 Views
    • 2

    Malbata Alniak li bajarê Meletê rûdinên. Malbatek dîndar in. Kurê wan Yakûp Bulent Alniak li Sûrîyê di şerê DAÎŞ ê de hat kujtin. Balafirên Amerîkî nîhan qûna wî û ew bi cehnemê şad kirin.

    Axir, dê û bavê wî bihîztin ku kurê wan hatiye kujtin û dest bi barandina hêsir û rondikan kirin. Lê dêya wî Zuhal Alniak bi kujtina kurê xwe ne poşman e.

    Çima ne poşman e?

    terorist sehitEw bawere ku kurê wê şehîd bûye û çûye bihuştê.

    Zuhal Alniak ji çapemenîyê re gotiye: „Kurê min şerbeta şehadetê vexwar. Heke 10 kurên min hebûna, minê hemû bişandina şer“ filan û fîstan.

    Wey weleeedddd Zuhal xanim wey weled!

    Ne li te be û ne li vexwarina şerbeta kurê te be.

    Yanî niha ji te weye ku kurê te çûye bihuştê û bi 72 horîyan re zewicî ye ne wilo?

    Keçê peppûkê, kezîkurê, nemayê, bi allahwekîl kurê te niha li cehnemê di nav êgir de dişewite. Dilê xwe bi bihuştê û şerbeta şehadetê xweş neke.

    Li gor sîxurên me yên li cehnemê radigihînin, kurê te Yakûp Bulent Alniak, niha li cehnemê di nav agirê germ de tê birajtin û zebanîyên cehnemê yeko yeko xwe lê diceribînin.

    Îcar tu dixwazî 10 kurên xwe bişîne yan neşîne, ew mesela te ye.

    Lê tu 100 kurên xwe jî bişînî vexwarina şerbeta şehadetê, ewê ji qeraseyên zebanîyên cehnemê xelas nebin û tu sax..

    Meletî

     

     

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    2 Comments Already

    1. EZ KİRE BATALE HEMU KURDA BIXMA NIWE KUZE TE.

    2. Neha min fêm nekir.Yeki Apoci ji dibi SEHID û yeki Dahs ji. Ica li Cinetê vê herdu heryeki 72 Horyan bistinin û ji sibehê heya ivari di Horyanin û bê hal bi kevin û nikarin serê hevdu bikin. xwezi xwedê li vi dinyayê heryekê 72 Hori bida wan û ewan ev ser û pefcun nekirna û gelê Kobanyê kocber nekirna. Ica Xwediyo tu zani.Kes ji tistê ku tu diki fêm nake.Tenê Cais û Apoci fêm dikin.

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: