Dermanê bextreşîyê yekitî ye…

ikram oguzDema ku mirov li dîroka Kurd û Kurdistanê dinihêre, dibîne ku li ser axa Kurdistanê tu car şer kêm nebûye.

Ne rojek rûyê Kurdan kenîya ye, ne jî jîyana wan bi aramî derbasbûye.

Dewletên dagirker şerê hev kirine, Kurd û axa Kurdan di bin lingan da pelixîne.

Dewletên dagirker di encama şer da desthilatîyên xwe bi hêz kirine, ji para Kura ra jî tenê xemgînî û xizanî ketîye.

Ji êrişên Moxolan vir da bextê Kurdan tu car nehatîye guhartin û rûyê wan nekanîya ye.

Di dema Osmanîyan da dewleta Osmanî û Farisan şerê hev kirine, şerê wan li ser axa Kurdistanê qewimîye.

Di encama şer da cara yekemîn axa Kurdistanê hatîye parçekirin û alîyek ketîye destê Farisan, alîyek jî di bin bandora Osmanîyan da ma ye.

Ap û birazî, xal û xwarzî ji hev qetîyane û ji wan hinek di nav sînorên dewletek da, hinek jî di di nav sînorê dewletek din da ma ne.

Şerê Osmanîyan û Uriz despêkirîye, dîsa şer li ser axa Kurdistanê derbasbûye û Kurd sêfîl û belengaz bû ne.

Gor encama şer, desthilatîya li ser gund û bajarên wan bi caran hatine guhartin. Hinek bajar û gundên Kurdan di salê da careke di nav sînorê dewletekî da ma ne.

Di destpêka sedsala bîstan da şerê Cîhanê yê yekemîn destpê kir û çar sar kudîya. Şer qedîya, di encama şer da careke din dîsa zerara mezin gelê Kurd dît.

Dewletên serketîyên Europî di encamaa şer da faturaya mezin ji Kurdan, ew Kurdên ku ne şerê kesî kiribûn û nejî bibûn alîgirên şer, ra derxistin. Cara duyem axa Kurdistanê gor dilê wan û hevalbendên wan parçe bû û di navbera sê dewletan da hate parvekirin.

Bi wê parvekirinê va axa Kurdistanê bû çar parçe û qedera gelê Kurd jî ket bindestê çar dewletên dagirker û hov.

Li ser şerê Cîhanê ye yekemîn va sed sal derbas bû, ji wê rojê vir da bi sedan dewlet ava bûn û gelên bindest azadîya xwe bi dest xistin, mixabin Kurd hê bindest û belengaz, axa wan jî hê alana şer û parçe parçe ye…

Kîngê gelê Kurd serê xwe rakir û daw û doza azadîya xwe kir, wê demê ew dewletên dagirkerên ku bi hev ra neyar û şerê hev dikirin, bûn yek, bi alîkarîya dewletên Europi, dor li wan girtin û tekoşina wan fetasandin.

Îran û Iraqê şer hev kirin, Kurd di bin lingên wan da man.

Di yekcarekî da pênc hezar kal û pîr, jin û zarên Kurd li bajarê Helepçê bi çekên Kimyewî hatin kuştin.

Şerê Kendavê destpêkir, piştî şer bi mîlyonan Kurd koçber bûn û li serê rê û dirba ketin. Tî û birçî man û xwe avêtin ber bextê neyaran..

Wek hercaran neyarên wan bêbextîyê li wan kirin û bi çavê neyartîyê li wan nihêrîn.

Cara yekemîn, bi şerê Emerîka û Saddam ra Kurdên Başur ji bindestîyê filitîn û li ser axa xwe dest bi jîyaneke nû kirin. Ji şer û xwîn û kustinê dûr, ji xwe ra dezgeyên nû ava kirin, di demek kurt da, di her xalên jîyanê da pêşva çûn û azad û dewlemend bûn.

Îro jî belayek nû derkete pêşîya wan.

DAÎŞ, wek leyîstokeke dewletên dagirker bû bela serê wan.

Berê li Şengalê hovîtîya xwe nîşandan û êrişî Kurdên Ezdî kirin, bi hezaran jin û zarokên bê parastin kustin, bi sedan qîzê xama hêsîr girtin û wek kole firotên neyarên wan.

Yê mayîn bi serê rê û dirban ketin û ji axa bav û kalên xwe koçber bûn.

Kurdên Bakur, Başur û Rojava gihîştin hewara Kurdên Êzdi, pêşî li êrişên DAÎŞê girtin û wan ji Şengalê dûrxistin.

Hê birîna Şengalê sar nebû, êjar jî êrişî Kobanê kirin.

Duh Kurdên Êzdî ji Şengalê direvîyan, îro jî Kurdên Kobanê ji ber êrişên DAÎŞê direvin û xwe davên alî serxetê…

Dewletên dagirker ji bin va alîkarîya DAÎŞê dikin, dewletên Europî jî ji dûr va li êrişên wan ên hov temaşe dikin…

Ew ji bo aramîya xwe û berjewendîyên xwe yên li ser rojhilata navîn plan û programên xwe çê dikin, Kurd ji warê xwe û ji axa xwe koçber û belengaz dibin.

Dewletên neyar bi êrîşên DAÎŞê şa û kêfxweş dibin û bi bahaneyên pûç û vala ji dijbertîya DAÎŞê dûr disekinin.

Wek heawara Şengalîyan yên ku îro hewara Kobanîyan dibhîsin û li wan xwedî derdikevin, dîsa tenê Kurd in…

Kurdên Bakur, Başur û Rojhilat in…

Çawa ku li Şengal pêşî li DAÎŞê û xwedîyê wan girtin, ewê li Kobanîyê jî pêşî li wan bigrin…

Bese ku li dijî neyarên xwe bibin yek û wê bi ruhê kurdayetîyê bixemlînin…

Navkurd

About The Author