Heke rast be, YNK tirr ji PDK berdaye

Erê welle. Heke birastî jî ev nûçe rast be, YNK ne tenê tirr ji PDK û Barzanîyan berdaye, lê herweha îxanetek ji îxaneta 66an jî mezintir li wan kiriye.

Ê de binerin bê çi lîztik, çi dek û dolab zîvirîne..

maliki KopieWek hûn zanin, ev serê çend salan e ku qûnekê Nûrî Malikî pare û meaşê (mûçe) karmend û karkirên hikûmeta Kurdistanê nedişand. Yanî butçeya ku ji herêma Kurdistanê re hatibû veqetandin, nedişand û heta îro jî nehatiye şandin. Kesekî sedema vê neşandinê zêde nizanîbû. Lê serokwezîrê nû Heyder Ebadî fisekîya ku hatiye kirin ji devê xwe derxist û di serê Kurdan de pirsek mezin, pirsek wek kîrê Mam Celal çêkir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li Silêmanîyê, di civîna bi Newşîrwan Mistefa re (Serokê Tevgera Goran) lotikek qerase avêt û got: „Ne bi tenê Nurî Malikî ji birrîna (qutkirina) budçeya herêma Kurdistanê berpirsiyar e, du serkirdeyên YNKê birrîna budçeya herêma Kurdistanê ji Malkî re pêşniyar kiribûn“ filan û fîstan.
Yanî çi?Yanî, Nûrî Malikî biryara birrîna budçeya herêma Kurdistanê ne bi serê xwe, lê bi pêşniyaza du sermezinên YNK daye.Yanî çi?Yanî, du sermezinên YNK nexwestine ku Nûrî Malikî bedçeya hikûmeta Kurdistanê bişîne.Çima?Ji bo ku cîh li PDK û Barzanî teng bibe, xelk serî hilde û desthilatdarîya PDK û Barzanî hilweşe.

Axir, li gor hin çavkanîyan, polîtburoya YNKê daxwaz ji Heyder Ebadî kiriye ku daxuyaniyekê li ser vê pirsê bide û wê nûçeyê red bike. Lê serşûnikê Heyder Ebadî di bersivê de ji YNKê re gotiye ku „nabe kaka, ez ne amade me wê nûçeyê red bikim, ma ez dîn im canekem“ û mîrkutek li nav serê wan xistiye.

Werhasilî kelam, Serokwezîr Heyder Ebadî lotikek qerase li YNK xistiye. Lê dibêjin heta niha jî daxuyanîyek fermî ji alîyê YNK ve nehatiye belavkirin û mijar tê bincilkirin.

Îcar li ser bextê Heyder Ebadî û her sê telaqên wî be. Heke ev lotik rast be û birastî jî sermezinên YNK ev lotik li hikûmeta Kurdistanê xistibin, navê vê lotikê dibe cehşîtî, dibe xayîntî, dibe mêrxasî, dibe Kurdayetî, ez nizanim.

Gelo hûn bin, hûnê çi navî lê bikin?

Silêmanî

About The Author