Kobanê

kobaniDengê şêr û leheng e, li ser te şer û ceng e, dinya ker û bêdeng e

Cihê şervan û mêr e, cê egîd û dilêr e, xort û keçên biwêr e

 

Tu taca serê kurdî, xwînê didî bi merdî, dest ji dozê naberdî

Keleha berxwedanê, bû sîmbola jiyanê, te deng daye cîhanê

 

Bûka Kurdistanê ye, Xeca li Sîpanê ye, Zîna li Botanê ye

Dirikê çavê neyar, qet tu najî stûxwar, dijmin dikî tarûmar

 

Destpêka dîrokê ye, dilê Qamişlokê ye, tîrêja vê rokê ye

Te nivîsand dasîtan, dijmin xistî goristan, li ser xaka Kurdistan

 

Xumxum û hêza Ferat

Te mizgînî da welat

Yan mirin û yan felat

About The Author