„Çi dikî bike nekeve şerê kolanan!“

Kadirê PKK û berpirsiyarê berê yê Ewrûpayê Akîf Hesen di derbarê rewşa Kobanê de lotikek balkêş avêt.

Ê de ka bixwînin bê ji lotika Akîfê me çi dikeve serê we.

————

Çi dikî bike lê nekeve şerê kolanan. Em di pêvajoya tekoşînê de ne, ne di pêvejoya derekê bigirin û bernedin. Em ji bo mirovan, ji bo gel xwe didin kuştin û her fedekariyê dikin, lê nabe em ji bo bajarekî biçin mirinê. Em dikarin bajêr berdin û sibê, ger sibê nebe, dusibê lê vegerin. Ev ne eyb û ne şerm e. Eyb û şerma mezin ew e gava mirov di rewşên zor de nekaribe çareyan ji jiyana şervanan re bibîne.

akif hesenDîsa dibejim: Em li dû gotinên ji daholan mezintir nekevin, di bin navê qehremaniyê de neçin întîharê. Gelek zarokên siyasetê hene govendên „qehremaniyê“ digirin. Divê mirov guh nede wan. Ya herî girîng ew e mirov jiyana bi sedan xort û keçên li Kobanê, ku di bin çekan de ne, biparêze, wan neşîne mirinê.

Emê çima bikevin şerê kolanan? Ji bo em Kobanê biparêzin? Ji xwe ger em çûn wê kêliyê Kobanê namîne, Kobanê dibe xwelî, wêrane dibe. Yanî emê hem canan bidin hem malan? Me 300 gund berdane ne eyb e lê em bajêr berdin eyb e? Ev çi mentiq e? Ev tenê mentiqê Ronahî tv ye. Heger mirov vê yekê ji vê kêliyê û şûn ve bike, bi yek gotinê, întîhar e. Mafê kesekî tuneye zarokên me, xwîşk û birên me bi propogandayên vala bişîne întîharê. Bi propogandayên weke „welat, berxwedan, namûs, şeref“ nabe mirov ciwanên xwe li ser mirinê de bişîne. Ger fersenda derketinê hîn heye, divê were girtin. Ma te berê çiyayek an jî geliyek, an jî gundek û bajarek li Bakûrê Kurdistanê girtiye û tê de asê mayî? Nexêr! Kengê dijmin bi tank û topan bi ser te de hatiye tu derketî. Kengî hêza dijmin ji ya te mezintir bûye, tu şûn ve kişiyayî. Çima ev yek îro nabe? Çima ev ji bo Kobanê nabe?

Avestakurd

About The Author