Kasimpaşalî hem serokkomar e, hem serokwezîr e

Serokkomarê dewleta Tirko Kasimpaşalî Receb dîsa dîn û har bû û kef bi devê wî ket. Kasimpaşalî yê ku ji bo rê li ber Kurdistanek serbixwe bigire rêxistinên mîna El Nûsra û DAÎŞ bera hol û meydanê dan û ew bera nav çavê Kurdan da, îro gefa li Kurdan dixwe. Bi taybet di derbarê Kobanî û bûyerên vê dawîyê de lotikên çavsorkî avêtin.

Piştî ku li ser banga HDP û Selahattîn Hesintaş xort û ciwanên Kurd derketin meydanan û bi taybet bakurê Kurdistanê kirin qada şer, Kasimpaşalî Receb ne wek serokkomarekî, lê wek serokwezîrekî derket qadê û êrîşî Kurdan kir. Di nava çend rojan de zêdeyî 40 Kurdî belasebeb hatin kujtin, bi hezaran cîh hatin şewitandin û yên ku zirar û ziyan dîtin dîsa Kurd bûn. Her çiqas li bajarên Tirkîyê jî çalakî çêbûn jî, lê pelûla germ dîsa bi serê Kurdan de rijiya.

erdo ahmet

Axir, serokkomar Kasimpaşalî Receb di derbarê helwesta xwe de çi got başe?

Got: „Helbet wek serokkomar divê ez li hember partîyên din bê teref bim. Lê gava mesele bû berjewendîyên millet û welatê min, ez nikarim bêteref bim, ezê qûşê li wan biqetînin. Ji îro û pê de jî ji bo berjewendîyên millet û welatê xwe ezê her tiştî bikim“ û da zîtirkan.

Hûn dibînin ne?

Aha siyaset ev e, netewperwerî ev e, qerasê zilaman ev e!

Ma wek qûnekên me?

Qûnekên me jî „ji bo berjewendîyên Kurdistanê têk bibin û berjewendîyên dewleta Tirko biparêzin, bi navê bratî û demokrasîyê her gûyî dixwin û rûn li ser nanê dewleta Tirk, Ereb û Farisan dikin“.

Serokkomar û serokwezîrên xelkê, siyasetmedarên xelkê ji bo berjewendîyên millet û welatê xwe xwe dikin mertal.

Lê xwelîserên me?

Ew jî ji bo berjewendîyên dewletên dagîrker xwe dikin kurtan û mertal.

Ûlan sayin Kasimpaşalî Receb!

Ez di şûna te de bim, ezê qet serê xwe neêşînim û canê şîrîn aciz nekim oxlim!

Çawa be Kurdên Tirkmanc xulamtîya te û dewleta te dikin û nahêlin mêş li ser berjewendîyên millet û welatê de deynin kuro….

Enqere

 

About The Author