Emê binerin bê kî berx e, kî beran e

Yek ji dewletên ku li pişta dolheramên DAÎŞê ye, dewleta Tirk e. Yek ji dewleta ku bi tundî şerê Kurdan û PKK dike, dîsa dewleta Tirk e. Lê çi hikmet be, hevallerên me radibin û rûdinên şikra xwe ji dewleta Tirk re tînin, çek û sîlehan ji dewleta Tirk dixwazin û xwedî li yekparî û yekrêzîya Tirkîyê derdikevin.

Nêzîk û ne dûr, bi ser ku qaşo ev çend sal in muzakere (!) di navbera Ocalan, dewleta Tirk (yanî hikûmeta AKP û Erdogan) dest pê kirine jî, Erdogan derket û got „ÎŞÎD û PKK wek hev in, herdu jî terorîst in“ û da lotikan. Û helbet PYD jî wek şaxê PKK dibîne û li gor wî PYD jî terorîst e û di rêza ÎŞÎDê de ye.

Werhasil, cara yekem e Amerîka û lotikvanên PYD bi hevre rûniştin û rûdinên. Helbet ev lotikek pir pîroz û erênî ye. Bi rûniştin û têîkilîya herdu alîyan, belkî Amerîka çek û sîlehan bide PYD û YPG, belkî PYD xwe ji Beşar Esed û rejîma wî dûr bixe, belkî zêdetir xwe nêzîkî hikûmeta Kurdistanê û Barzanî bike û bi vî awayî Kurd zêdetir li hev bibanin û li hev germtir bibin. Hevdîtin û sicîna ENKS û TEV-DEM a li Duhokê berdewam dike belkî yekîtî û germbûna di nava Kurdên rojava de xurttir bike û Kurdên rojava êdî ne wek dijber û dijmin, lê wek dost û hevpar bi hevre bixebitin. Xwedê bikim biryarên xêrê ji civîna ENKS û TEV-DEMê derkevin û êdî Kurd serê hevdu neêşînin, dilê hevdu nehêlin.

Di van bûyerên dawîn de carek din eşkere bû ku PDK û Barzanî hem di qada navnetewî de û hem jî di lihevragirtina Kurdan de xwedîyê rolek mezin in. Wek ku xalê me Salih Mislim jî gotiye, ew çûye ku û bi kê re hevdîtin kiribe, berê wî dane cem Barzanî û nîşan dane ku pirsgirêk li cem Barzanî çareser dibin. Ji xwe yê ku hişt Amerîka baregehên ÎŞÎD (DAÎŞ) yên li Kobanî bombebaran bikin, dîsa Barzanî ye. Yê ku têkilîya Amerîka û PYD çêkiriye û ew li ser maseyekê dane rûniştandin, dîsa Barzanî ye. Ew Barzanî yê ku heta doh ji alîyê PKK û PYD ve wek xayîn û şirîkê Erdogan û AKP dihat dîtin (û îro jî gellek ji wan dîsa wilo dibînin û difikirin), îro ji Kurdên rojava re dibe per û bask, dibe sîwan, partîyên wan tîne cem hev û balafirên Amerîkayê dişîne ser dolheramên ÎŞÎDê. Helbet ev nîşanên xêrê ne. Kurd êdî ne bi tenê ne û wê ji îro û pêve jî tenê nemînin, tenê neyên hiştin. Amerîka û hêzên dewletên hevpeyman îro Kurdan û Kurdistanê wek hevkar û hevparên xwe dibînin, çi di warê insanî û çi jî di warê çek û leşgerî de be, alîkarîya wan dikin, wan diparêzin û xwedî li wan derdikevin. Hevdîtina Amerîka û PYD, civîna ENKS û TEV-DEMê û helwesta Barzanî wê hem yekîtî û tifaqa di nava Kurdan de xurttir bike, hem jî wê Kurdan ne tenê di Rojhilata Navîn de, lê li seranserê cîhanê bikwe hêzek pêbawer. Bes ku Kurd yekdeng bin, yekrêz bin û yekhêz bin.

Axir, mesela me li ser Amerîka, PYD û Serokkomarê Tirkîyê sayin Kasimpaşalî Erdogan bû.

Tê gotin û îhtîmalek mezin heye ku Amerîka çek û sîlehan bide YPG. Ji xwe ku Amerîka çek û sîlehan bide YPG, tê wê wateyê ku wê Almanya û welatên din jî çekan bidin YPG. Her tişt Amerîka ye. Ku Amerîka li daholê xist, bizanin ku zirna dewletên din jî amade ye û wê li zirnê xin. Êêêêêê, ma dagol bê zirne dibe? Na. Amerîka serê tizbîyê ye, îmame ye. Û dewletên din jî ji xwe libên tizbîyê ne, wê ji ber xwe ve libo libo bên kişandin.

Lê bi şertekî!

Bi şertê ku PYD dîsa dest bi çîrokên „yekîtîya Sûrîyê, Sûrîyeyek demokratîk“ û filan û bêvan neke.

Heke PYD dîsa serhişkîyan bike û dev ji van lotikên „pir pir demokratîk“ bernede û xwe ji rêza Kurd û Kurdistanîbûnê dûr bixe, belkî ev tiştên ku me li jor behsa wan kir beravêtî bibin û PYD û YPG şût û rût li holê bimînin. Helbet ev jî ji bo Kurdan zirar û ziyanek mezin e. Di vê dem û rewşa aloz û şorbe de Kurd çiqasî Kurd û Kurdistanî bifikirin, wê ewqasî zêdetir nêzîkî yekîtîyê û serxwebûna Kurdistanê bibin.

Piştî ku hat gotin „wê Amerîka çek û sîlehan bide YPG“, ziravê Serokkomarê Tirkîyê Erdogan qetiya û ji qidûm de ket. Helbet Erdogan û Tirk naxwazin YPG li rojavayê Kurdistanê xurt bibe. Her çiqasî îro xurt be jî, lê bi dana çek û sîlehên giran wê xurttir bibe û ev jî ji dewleta virqo re xeterek mezin e. Ji ber vê, heta ji Tirkan bê wê nehêlin Amerîka û dewletên hevpeyman çekan bidin YPG.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi dilekî tirs û bi gumanek mezin lotikek avêt û got: „Na yaw? Naxwe Reşo Beşo Obama dixwaze çek û sîlehan bidin terorîstên PYD? Halla hallaaaaaaaaaa, kuro ma em dihêlin oxlim? PYD baskê PKK ye, ha PKK û ha ÎŞÎD, herdu jî terorîst in qardaşim, Amerîka wê çawa çekan bide terorîstan? Ma ew kewaşeyê Obama nafikire“ filan û fîstan.

Ez serê we û Erdo û Obama neêşînim, Amerîka dibêje „emê çekan bidin YPG“ û Erdogan jî dibêje „Welle û bille nabe, em nahêlin Amerîka çekan bide terorîstên PYD qardaşim“ filan û fîstan.

Îcar emê binerin bê „kî berx e û kî beran e“.

Heke hat û Amerîka çek û sîleh dan YPG, ji xwe Reşo Obama beran e.

Na heke hat û Erdogan nehişt Amerîka çekan bide YPG, ji xwe Reşo berxik e.

Hem jî berxikê parone haaaaaaaaaa!

About The Author