Min go:

Devliken Kelogirî

Ev hefteyek e Seadetê hûr û rêvî şuştine, paqij kurine û xwe daye benda min ku herim, ew jî wan hûr û rêviyan li ser agirê tifikê çêbike û ez jî li ber wan, çarmêlkî rûnim û bixwim. Nahlet li şert û mercan were. Lê nizanim, dibe ku pirsgirêk ne şert û merc, ez bixwe bim…

Kurd, li başûr û rojava, Xwedê ji Xwedê diparêzin!

Hovên ku ji kîrê Xwedê pekiyane, hewl didin ku zuriyeta Xwedê biqelihînin, tune bikin. Û tirsa  Xwedê ew e ku hin xwedayên din jî hebin û êdî ne bi tenê be.

Li Kurdistana min, ji nezanî, qeşmerî û ji mejîsistiya siyasetmedarên hay ji siyasetê tune, çar rojan zêdeyî çardeh kesan bêsedem mirin!

Li ser axa welatê min, kî dimire, ji kîsê dêya xwe dihere.
Seadetê dibêje, Devlikeno, tu li ber dilê min pir delalî ye, ez di dexlê te de me, dema tu hatî cem min, ne dev bavêje serok, ne jî midûr…
Min go, Seadetê serok kî ye, midûr kî ye?

Keniya, go wer tu nizanî, ne? Xwe li kawiktî danîne û xwe nexeşimîne Devliken. Serok jixwe serok e, hewce nake em li ser nîqaşê bikin. Midûrê me jî li jor e, li jêr e, li her derê ye.

Min go, Seadetê, yanî serok û Xwedê wek hev pîroz in li ber dilê te, ne?

Mirûzê xwe tirş kir, go, hiş be Devliken! Qesta min ne ew e. Tu rêya rast li ber mirov şaş dikî. Tobe tobe!
Evdila Oclan ne serokê min e, lê gelek kurd, Seadetê jî di nav de wî wek serokê xwe dibînin, qebûl dikin. Herwiha em aciz bibin nebin, camêr serokê zirrêxistinekê ye.
Pirs:
Gelo ew wêneyê Evdila Ocalan yê dawîn ku di medya sosyal de zîz dibe, hezkirî, alîgir û mirîdên wî aciz nake?
Çima camêrek yan jî canikek dernakeve, nabêje, ev çi wêne ye?

Heke min jê re bigota serokê min, ji bo ew wêne ji ser medya sosyal rabe, çi ji destê min bihata, min ê bikira. Lê hezar heyf, baş zanim ku çawa ew wêne bi min xweşik û karîzmatîk nayê, bi pirê hezkiriyên wî jî nayê, lê deng ji kesî dernakeve.
Li hember komployên komplogeran hîşyar bin! Dewleta tirk mêrê dêya xwe ye. Dixwaze serokê we li ber dilê we reş bike. Lê dîsa jî, her tim, li her derê „bijî serok Apo!“

Meheme Ocalanê ku tirkiya wî têra entegrasyonê dike, hîn jî ji bo kurdan entegreyî tirkan bike, di navbera birê xwe û kurdan de dihere û tê. Êdî Meheme li hember çapemeniyê rehetir tevdigere. Heke wiha berdewam bike, wê şaredartiya şaredariya Rihayê heq bike û bi trêneke qur’an heke nişteciyekî Rihayê bûma, raya min ji wî re bû.

Seadetê go, ma wê ecîneke xursiya li ber hûr û rêviyan nexweş be Devliken?
Min go, tu bi kêfa xwe yî hevala Seadetê. Tu hûr û rêviyan tev li rêxê jî bidî me, ji bavê me zêde ye em bibêjin „kirttt“!
Deng ji Mam Celal nayê; heye tune ye, nizanim.

Û dibêjin, piştî nexweşiya Mam Celal, li Silêmaniyê hejmara elokan zêde bûye.

Îşev Galatasaray qûş li Fenerbaxçeyê qetand. Sinayder du xolên bêhempa avêt. Nizanim, heke Xweda û Şeytan li hev bikin û Kurdistan azad û serbixwe bibe, ew canik û camêrên ji bo serkeftina Galatasaray kêf kirin, wê ji bo Kurdistana min jî ewqasî kêf bikin yan na?
DAÎŞ li hember kurdan bûn dahşik…
Û dilê min heye roja duşemê herim nig Seadetê hûr û rêviyan bixwim!
We go çi?

About The Author