Ehmed Kurdî: Dîroka zindî ya rojnamegeriyê

Abdulhakim Günaydın
 Ehmed Kurdî, xizmetkarê berdestê Mîr Celadet Bedirxan, pêşmergeyê Mela Mistefa Barzanî, şairê Cegerxwîn, hevalê Hesen Hişyar, Osman Sebrî, Qedrî Cemîlpaşa,Hesenê Haco, Musa Anter û bavê hunermend Rojîn e.
Rojnamegeriya Kurdî, berhemeke sirgûnê ye. Hêmana ku şert û mercên derketina Rojnameya Kurdistanê rexsand, koçberî bû. Dema ku tê gotin rojname û kurdî, yekser xerîbî û xurbet tê bîra mirov. Yek ji kurên Mîr Bedirxanê mezin, Mîqdad Mîdhed Bedirxan, di 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîreya peytexta Misirê dîroka rojnamegeriya daye destpêkirin. Birayê wî Ebdurrehman Bedirxan jî xebata wî domandiye.
ehmed kurdi
Çawa ku destpêk bibû para Bedirxaniyan, domandin jî bibû barê wan. Mîr Celadet Elî Bedirxan ku neviyê Mîr Bedirxan bû, rêça apanên xwe şopandiye û govara Hawarê dîsa li sirgûnê derxistiye. Sirgûn, carekê bibû qedera rojnamegeriya kurdî. Loma Mîr Celadet jî, li bajarê Şamê peytexta Sûriyê, alaya rojnamegeriyê hildaye.  Piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî, axa di bin desthilata wê de, ji hêla Ingilîz û Fransiyan ve hatibû parvekirin. Mîr Celadet Elî Bedirxan, Mela Şêxmûsê Hesarî (Cegerxwîn), Osman Sebrî, Memdûh Selîm Beg, Hemze Begê Miksî, Ekrem û Qedrî Cemîlpaşa, Haco Axa û bi sedan kesayetên din li ser axa di bin dagirgeriya Fransiyan de kom bûn. Van kesan xwest ku bi rêya Xoybûnê, bigihên xelasiyê û xelkê xwe rizgar bikin. Lê siyaset neçû serî. Piştî vê her yekî berê xwe da xebatekê. Mîr Celadet jî, xwest ku tovekî li tarîxê bireşîne û bike ku berekî bixêr şîn were. Ehmed Kurdî jî, ev berhema Mîr, li çar aliyên welat belav kir.
Bi govara Hawarê mezin bû
Ehmed Kurdî, li Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê.  Ji eşîra Omeriyan û gundê Tinatê ye. Hê di biçûkatiyê de dê û bavê xwe winda dike û li ber destê bira mezin dibe. Dema ku tê çaxê mektebê û dest bi xwendinê dike, wekî navê xwe xwedî bîreweriyeke Kurdî ye. Mamosteyê wî rojekê dixwaze di sinifê de navê tiştên wekî ceh, hêk, nîsk, genim û hwd. bi Tirkî fêrî xwendekaran bike. Kurdî ji mamoste daxwaz dike ku navê wan bi kurdî jî rave bike. Li ser vê mamoste hêrs dibe û şeqamekê li ser rûyê wî dixe. Ew jî radibe hêkên di sinifê de bi serê wî de dişkîne û direve. Şerê Kurdiyê me, bi desthilata înkarkerê kurd wiha dest pê dike.
Mamosteyê Kurdî bi rehetî dev jê bernade û diçe giliyê wî li qereqolê dike. Li ser vê qumandarê wê deverê jî xeberê dişîne mala wan û gefan li birayê wî dixwe. Kurdî jî fêm dike ku dê êdî li wê deverê rûyê rehetiyê jê re nebe. Loma dixe serê xwe ku mektebê bişewitîne û ji wan deran baz bide. Ya di serê xwe de dike û mekteba gund di demsaleke payizê de dişewitîne. Piştî bicihanîna meramê xwe li sînor dixe, berê xwe dide Amûdê. Li wir dibe mêvanê Sofî Arif. Qederekê dimîne. Bi vê mêvaniyê re deriyê serpêhatiyeke nû vedibe.
Li Binxetê jiyan, mirov, bawerî, hestên tevlihev, derdoreke cuda û çîrokeke nû li benda wî bû. Mazûvanê wî Sofî Arif, rojekê li Xana Wethiya rastî Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar) tê, behsa Kurdî û tiştên ku di serê wî de derbas bûne dike. Hesen Hişyar  jî diçe dîtina wî, kêfa xwe gelekî jê re tîne û dibe mala xwe. Hesen Hişyar jî tevlî serhildana Azadî bibû û wekî malbata Cemîlpaşa wî jî berê xwe daye sirgûnê û çûye Binxetê. Ew, Ehmed Kurdî bi hevalên xwe yên wekî Osman Sebrî, Reşîdê Kurd, Mele Şêxmûsê Qirqatî, Cegerxwîn û hin kesên derdorê dida naskirin da ku xerîbî û tenêtiyê nekişîne.
 Rojekê Mîr ji Şamê tê Amûdê, rastî Hesen Hişyar tê. Hişyar bi rûkenî qala serpêhatiya Kurdî ji Mîr re dibêje, “Mîrê min xortekî Omerî mekteba Tirkan şewitandiye û hatiye vir, niha jî li mala me ye”.
Radibin bi hevre diçin malê. Wextê Ehmed Kurdî çav li Mîr dikeve direve. Dibêje qey serbazekî tirk e, hatiye wî bigire. Hesen Hişyar, bangî wî dike, dibêje kuro were ev Mîr e, netirse. Ehmed Kurdî vedigere cem Mîr. Mîr kêfa xwe jê re tîne. Wî hembêz dike, eniya wî maçî dike û dipirse, “ka bêjê bê te çawa mekteba tirkan şewitandiye?” Kurdî jî hal û mesela xwe jê re qal dike.
Mîr berê xwe dide civata hazir û dibêje “Wê gelek bidin dûv vî.Evne yê pêşiye û dê nebe yê paşî jî. Divê em xwedîtiyê li vî xortî bikin û ji dest bernedin”.  Ehmed Kurdî bi xwe re dibe sûkê cil û pêlavê nû jê re distîne. Li ser vê Kurdî difikire ka gelo çi kiriye ku tev bi vê bûyera wî kêfxweş û şanaz in, çima ew tev kêfa xwe jê re tînin, çima di civatê xwe de tim behsa rev, kuştin, girtin, welat, tirk, kurd û Kurdistanê tê kirin? Hê di nav van xewn û gumanan de, Mîr jê re dibêje ez Hawarê dişînim vir. Tu dikare li van derdoran belav bikî? Kurdî yekser bersiva wî dide û dibêje “lazim e her kes hişyar bibe. Helbet dikarim belav bikim”. Ev jî dibe destpêka çîroka wî û Hawarê.
Barê wî Hawar û Ronahî bû
Ehmed Kurdî, li sînorê Sûriyê û Tirkiyê govara Hawarê belav dikir. Kesên wekî Ehmedê Seyda, Mecîdê Dirêyî, Ûsê Hecî Husam, Salihê Loqo û Salihê Kurimî jî hem Hawar distendin û hem jî ji bo belavkirinê jê re dibûn arîkar. Ji xeynî bajarê Amûdê, li gundê derdorê belav dikir û bi rêya hin hevalan dişand hetanî Qamişlo, Dirbêsiyê, Însiça, Girbawê û derdorên wê. Di nav kurdan de her ku diçû dengê dahol û zirna ku ji Şamê derdiket, dengê girîngî û giraniya Hawarê li seranserê welêt  belav dibû û wek roniyê şewq dida.
Wî jî berê xwe fireh kiribû û li deriyê mirinê (sînor) dida.  Hetanî hin bajarên Bakurê Kurdistanê wekî Batman, Mêrdîn, Şirnex û derdorên din belav dikir. Di nav kiryarê Hawarê de Ezîzê Hiseynê Melê, Şikriyê Emînê Perîxanê, Şerafettin Elçi, Mele Ebdullahê Timoqî, Canip Yıldırım û bi rêya Necîmê Neyo û Mihemedê Xano ku ji gundê Stîlîlê ne ji bo ku ji Ebdurrehîm Rehmî (Zapsu), Şevket Turan û Musa Anter û hin kesên din re bê şandin kovar teslîmî wan dikir. Wan jî dişand metropolên Tirkiyê yên wekî Enqere û Stenbolê. Ev yek tirs û xov dixist dilê nehezkeran. Lewra zanibûn kurd dê bi dengê Hawarê şiyar bibin û li hemberî dagirkeran serî hildin û doza mafê xwe yî suriştî bikin.
Kurdî, ji ber van xebatên xwe di sala 1947’an de li Musilê bi tevlî du hevalê xwe ve Xelefê Seyîd Hemo û Hiseynê Misto li Mûsilê tê girtin. Bi sedema belavkirina Kovara Hawarê û dîwana Cegerxwîn Agir û Prûsk,  wan dixin hepsê.Di demek kin de hevalên wî têne berdan, lê ew du salan girtî dimîne.
Heval û dostaniya Cegerxwîn
Sal bi pey salê ve zîvirî bû, dengê mirinê zû belav bibû.  Roja 15ê Tirmeha 1951’ê di bîra qederê de, Mîrê ku mîna bavêkî ew hembêz dikir û pê şa dibû û xwedîtî lê dikir,ji vê dinya xapînok bi dilekî şikestî koça dawî kiribû. Wekî ku Mehmed Uzun jî di Bîra Qederê de kiriye dabaş, jiyana Mîr di bîrekê de dest pê kir û di bîrekê de bidawî hat. Ehmed Kurdî, nebû şahidê bîra Xwedêdayinê, lê şahidê zindî yê bîra Xwedêstendinê bû….
Ehmed Kurdî di jiyana xwe de cara duyem malkambax dibû. Xwe tenê û bêkes didît. Dilê wî bi jan û kezeba wî bi dax bû. Lê ew valahiya Mîr, bi Cegerxwîn, Qedrî Cemîlpaşa, Hesenê Haco, Dr. Ehmed Nafîzê birayê Nûreddin Zaza û gelek mirovên navdar û zana ve hate dagirtin. Piştî mirina Mîr, bi sê salan zewicî. Êdî wî û Cegerxwîn asta propaganda Kurdî zêde kiribûn. Li gund û bajaran digeriyan. Her cihê ku diçûn şiîrê Cegerxwîn dixwend. Kurd ji xewa mirinê hişyar dikirin. Ji xwe Cegerxwîn jî digotê “Ehmo min diwana xwe ji bo te nivîsiye. Ezê binivîsim û tu jî bixwîne”.
Tevlî Şoreşa Îlonê dibe
Ji ber wan kar û xebatên ku dikir rejîma Surî lê digeriya. Ehmed Kurdî di sala 1959’an de biryar dide ku bi bermaliya xwe re derbasî bakur bibe. Wê demê zarokek wan jî çêbibû. Ji xwe re di nav mayîna de stargeh çêkiribû. Gelek caran dema jê re zor ketibû di stargeha xwe de mabû û ji destê neyar xelas bibû. Ew û hevsera xwe û keça xwe ya biçuk nêzî panzdeh rojan di stargehê de mabûn. Piştî ku ji wir xelasdibin, diçine bajarê Edenê. Li wir xaniyekî bi kirê digire û malbata xwe bicih dike. Ji bo ku leşkeriya tirkan nekiribû lê digeriyan. Ew bi dizî çend caran diçe Stenbolê mala Musa Anter. Piştî vegera wî ya welêt, li Başûrê Kurdistanê şoreşa Îlonê destpêdike û ew jî biryarê dide ku tevlî şoreşê bibe. Di sala 1963’yan de diçe cem Nûman Îsa, endamê mekteba siyasî yê PDK’ê û tevlî şoreşa Îlonê dibe. Dema pêşmergetiyê dike, pêwistiya derman derdikeve pêşberî wî. Ew jî barê xwe hildigire ser milê xwe û tê Bakur. Li Qiziltepeya Mêrdînê ji cem Mele Nezîrê Sirgucî û Xelefê berber derman dide hev, ji wir diçe mala Qadê Îso Axa ku axayekî navdar li Girêemo (Sılopi) bû. Bi rêberiya Egîdê Silo re li ser çemê Hêzil ve derbasî Başûr dibin û derman digihînin leqa pêşmergeyan. Ew bi vî awayî gelek caran derman derbasî başûrê Kurdistanê dikin. Rejima Beesê bi vî karê wî dihese û ferman didin ku li ku bê dîtin were kuştin.
Bi vî awayî dibe mehkumê sê dewletan. Ew dîrokek zindî ye ku bûye şahidê sedsala dawîn. Ewî rêbaz û kurdperweriya xwe ji Mîr Celadet, Cegerxwîn, Mela Mistefa Barzanî, zana û ronakbîrên esrê stendiye. Niha temenê wî  87 sal û bavê pênç (Sêvê, Cûdî, Rojîn, Dêrsim û Rûken) zarokan e. Hîn jî dilê wî ji bo Kurdistanê lê dide û dibêje:”Ez her demê amade me ji bo rêncberiya welat. Divê kurd bixwînin, ji xizaniyê xelas bibin û bi ramanê  xwe azad bibin”. (BasNûçe) / (r.s)

About The Author