Ax pêşmerge bavê min, lêxin herdu çavên min

sofi-xelefBelê, pêşmergeyên qehreman berê xwe dan Kobanê. Pêşmerge brayên xwe, qehremanên Kobanê, şervanên YPG bi tenê nehiştin. Îro sibê wê pêşmerge û YPG dest bi dest, pişt li pişt bidin ser pişta dolheramên DAÎŞê û bi izma xwedê wê qûnê li wan biqetînin.

spas barzani

Bi hatine pêşmerge Kurd hemû kêfxeş û dilxweş bûn. Ji derveyî Kemalîst û hinek Kurdên çeqilmast, temamê Kurdan hatin û piştgirîya pêşmerge ya ji bo Kobanê û YPG wek pêngavek netewî û nîşana yekîtîya netewî nirxandin. Hatina pêşmerge û hevxebata pêşmerge û YPG tirr ji Kemalîst û xêrnexwazan berda û doxîn li wan sist kir. Kemalîstên Kurd û Tirk ji yekîtî û tifaqa nava Kurdan ditirsin û naxwazin Kurd bibin yek. Dixwazin Kurd her û her ji hev parçe bin da ku ew karibin li ser xwîn û xwêdana Kurdan biçêrin û nanê xwe bixwin. Lê bi emrê xwedê û qewlê Zerdeşt pêxember, wê Kurd bibin yek û êdî dijminatîya hevdu nekin.

Em wek Demokratîk Lotikxane Partîsî spasîya Serok Barzanî û pêşmergeyên Kurdistanê dikin ji bo ku şervanên Kobanê û YPG bi tenê nehiştin.

Bijî Kurd, bijî Kurdistan!

Çend dîmen ji pêşwazîkirina pêşmergeyên qehreman li bakurê Kurdistanê.

pesmerge bakur5

pesmerge bakur1

pesmerge bakur2

pesmerge bakur11

pesmerge bakur7

pesmerge bakur13

pesmerge bakur15

pesmerge bakur14

pesmerge bakur18

pesmerge bakur16

pesmerge bakur19

pesmerge bakur17

pesmerge bakur

 

About The Author