Altan abê jî ket serê govendê

Altan Tan yek ji wan siyasetmedarê oldar û Kurdperwer e ku di nava refê HDP de siyasetê dike. Car caran li dijî siyaseta HDP û PKK derdikeve û wan rexne dike, carna ra û damarên wî yên Kurdistanî xurt dibin û dibe millîtanekî Kurd û Kurdistanî. Lê xuyaye siyaset tiştekî wisa ye ku meriv mecbûr dike durû bilîze û ji armancên xwe tawîzan jî bide. Êh, ev siyaset e. Siyaset carna meriv paşpaşkî jî li kerê siwar dike û carna jî pêşpêşkî li kerê siwar dike. Tew ku ji xwe pare, îhale û berjewendî di holê de hebin, meriv serserîkî jî li kerê siwar dike.

altan tanAxir, berî niha Xetoyê me ( Hatîp Şakşak-Dîcle) Kurdistan avêtibû teneka zibil û gotibû „bê Bodrûmê jiyan nabe qardaşim“ û xwelî li serê xwe û li serê me Kurdan kiribû. Lê kesekî texmîn nedikir ku wê Altan Tan abêmiz jî bide dû şopa Xeto û di serê govenda Bodrûmê de delîlo bilîze.

Bavê Altan Tan ji alî dewletê ve hat kujtin. Lê çi hîkmet be Altan Tan bi kujtina bavê xwe neêşîyaye û radibe di televizyonan de yekîtî û yekrêzîya dewleta Tirk ji xwe re dike armanc.

Altan abê, di kanalek televizyonê de yekrêzî û yekparîya dewleta Tirk parazt û got: „Heke Tirk bixwazin cuda bibin jî emê nehêlin. Em dev ji Bodrûmê bernadin cîgerim“ û da dû şopa Xeto. Altan Tan bi vî awayî dilê Tirkan xweş kir û dilê dost û Kurdên ku sempatî jê re nîşan didan şikand, tirr ji wan berda.

Çi ecêbe ku kes û siyasetmedarên li ser xwîn û xwêdana Kurdan diçêrin û di meclîsa Tirkan de têra xwe pare û îhaleyan werdigirin, di her wesîleyê de dixwazin Kurdan bi dewleta Tirk ve pîne bikin, bi zorê wan asîmîle û entegreyî civaka Tirk bikin. Ev kes ji xort û ciwanên Kurd re dibin mînakên gellek xerab, ciwan û xortên Kurd ji ruhê Kurd û Kurdistanîbûnê dûr dixin û ruhê Tirkayetîyê di mejîyê wan de diçînin, wan beravêtî dikin û dikin çeqilmast.

Ê de herê Altan abê herêêêêêêêêêê!

Tu ji govenda Bodrûmê kêm mabû, wa tu jî ket serê govendê..

Ê de têra xwe delîlo bilîze qurban..

Ê de bajooooooooooo!

Izmîr

About The Author