Başqanê me dîsa ma bê xelat

Belê, xelata NOBEL a aştîyê gîha xwedîyên xwe. Wey li ser xêrê be rebbî!

Xelata îsal a NOBEL ê gîha Malala Yusufzay (17 salî) û Kailash Satyarthi ê Hindî.

Çima ku keçika 17 salî Malala Yusufzay ji bo maf û perwerdeya zarokan xebitîye, bûye xwedîya xelata NOBEL ê.

evdo KopieÛ başqanê me?

Başqanê me jî ma bê xelat!

Wek hûn zanin, endamekî Tevgera Goran başqanê me wek namzetê xelata NOBEL a aştîyê nîşan dabû.

Kêfa me dihat û me digot „ê de bela Kurdek jî bibe xwedîyê xelata NOBELê ma dinya xira nabe. Ma Kurd ji Eyşika Ereb in babam“ û me dida lotikan. Lê Komîteya Xelata NOBELê xwêsîya me di qirika me de hişt û xelat neda başqanê me, neda Kurdekî.

Ê ma ev ne komployek navnetewî be naxwe çiye bavê min!

Bela başqanê me „ji bo pêkanîna  „Kondeferalîzma Rojhilaya Navîn“ bixebite, bela ji bo „ekolojî û jinekolojîyê“ şev û rojên xwe bike yek, bela ji bo „pêkhatina mîsakî mîllî ya dewleta Tirko“ plan û projeyan çêke, bela ji bo „rakirina netew-dewleta Kurdî“ nûra çavên xwe birijîne“ û bela Malala Yusufzay a 17 salî xelata NOBEL ê bistîne.

Law ma ev bû oxlim?

Ma hevqas bêwîjdanî û nankorî dibe ya Komîteya Xelata NOBELê!

Na na, em dev ji doza xwe û xelata NOBELê bernadin allahwekîl.

Heta em aştîya dinyayê (ji derveyî aştîya navbera Kurdan) pêk neynin û em xelata NOBELê nestînin, wê xewa şevan li me heram be û xelas…

Norwêç

About The Author