WE SERÊ XWE LI KÎJAN ZINARÎ XIST ?

Berdêlê her tiştî heye, carna fatûre paşê tê dayîn. Xalê Hiseyîn van salên dawî bi serê xwe digirt û dikire offfe offf. Pîreka wî got:

Hiso çi hat serê te ? Ofe ofa te ye xêr e ?

Hiseyîn:

Jinikê tu fêm nakî ! Weleh bileh serê min diêşe, hişê min diçe.

wandPîreka wî ji kurê xwe re got:

Saliho lawo bavê xwe bibe doktor hela çi derdê wî heye.

Salih bavê xwe li trimpêlê siwar kir çûn ba doktor. Doktor fîlim xwest, kişandin anîn. Doktor bi bal li fîlim mêzekir û pirs kir:

Wer dixûyê we li serê xwe derbeyek hildaye, di fîlim de nîşana wê heye. Hela bêje çi bû ?

Hiseyîn:

–  Doktor beg, ez zarok bûm, ji bo siwarbûnê bi pey traktorê ketim.

Doktor:

–   Êêê !

–   Min li nav çem xwe gihand traktorê, li romorkê siwar bûm.Tekerê romorkê rabû ser zinarekî min xwe negirt û ez ji ser romorkê de ketim xwarê !

–   Êêê paşê !

–   Serê min li wî zinarî ketibû, ew tê bîra min.
 

Werhasilî kelam…

 Mesela hinek Kurdên çeqilmast jî wek serpêhatîya Xalê Hiseyîn e. Me got: “Bi dagirker re di quncikên tarî de nekevin têkilîyan, xwedî tevgerek Kurdewarî bin” bi ya me nekirin, wek zaroka ku holikê çêke wan jî kanton çêkirin. DAIŞa hov dor li kantona Kobanî girtin. Çûn Awrûpa nebû, çûn ji dagirkera alîkarî xwestin nebû.

Îro zivirîn hatin ser xeta Kurdeyatîyê, yê dîsa piştevanîya wan dike birayê wan pêşmerge ye.

Gelo serê we li kîjan zinarî ket ? Başe waye hişê we hatîye serê we…

About The Author