Ji kê re xêr be ji PDK û Barzanî re ne xêr e

Nuri celikDivê ez di despêka nivîsê de bînim ser zimên go ez ne li gel şer û pevçûna Kurd bi Kurd re me. Lê îro divê em bêjin “bi sebebê hesasiyeta go pêvejoya Kurd û Kurdistan têre derbas dibe” bi salan me xwe kir mertal û çavê xwe ji gelek xeletîyên Serokatiya Herêma Kurdistanê re girt. Di vê nivîsê de ez dixwazim di derheqa PKK û PYD de balê bikşînim ser nayîvtiya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî. Ez naxwazim bahsa felsefe û îdolojiya PKK û derûdora wê bikim, bela me bi salan got û nivîsî, lê hezar mixabin me nikarîbû em dengê xwe bighînin rayedarên Başûrê Kurdistanê. Ew rayedarên ku ji salên 1983an û heta bi îro PKK bilind kirin û Kurdên bakur bi hefsarê wê ve girê dan, îro jî bi heman xeletî û nayîvtîyê nêzîkî PKK, PYD dibin. Rayedarên başûrê Kurdistanê, bi taybet jî rayedarên PDK û kek Mesûd ji herkesî zêdetir PKK û siyaseta wê nas dikin û zanin bê armanca wê çiye. Lê cîhê dax û mixabinê ye go rayedarên başûr heta bi vê kêlîkê jî weke go PKK û siyaseta wê nasnekin tev digerin û rê jê re vedikin. Rayedarên başûr çawa go Kurdên bakur kirin hêsîrê PKK û siyaseta wê, heman helwest li rojavayê Kurdistanê jî danîn û rojava jî radestî PKK û PYD kirin. Heman helwest li rojhilatê Kurdistanê jî hat danîn, PDK-Îran hat pasîfîzekirin û rê ji PKK û baskên wê re hat vekirin. Ez bawerim rayedarên başûr ji me çêtir zanin go “kurmê şîrî heta pîrî ye”. PKK a go ji roja hatiye damezirandin û heta îro di kesayetîya PDK û Barzanîyan de dijminatîya xeta netewî û Kurdperwerîyê dike, îro jî dev ji siyaseta xwe ya li hember PDK û Barzanîyan bernedaye û wê bernede jî. Û heyf û mixabin, rayedarên PDK û Barzanî jî dev ji siyaseta xwe ya nayîvtîyê bernedane û îro jî bi hinek sedem û mahneyan PKK û siyaseta wê ya antî-Kurdistanî xurt dikin û jê re dibin şirîk.

b arzaniPiştî go rayedarên başûr rojavayê Kurdistanê jî bi destê PKK û PYD ve berdan, ew kirin hêza herî xurt û hevalbend û dostên xwe bi tenê hiştin, hasil gîha Mûsilê. Hêzên derveyê PYD bûn armanca êrîşên PYD û mecbûr man rojava terk bikin û bibin mihacirên başûr. Mihacirbûn û ji taqatxistina rêxistin û partîyên nêzîkî Barzanî û rêbaza Barzanî, ji bo rayedarên PDK û Barzanîyan şermek mezin bû û nîşana vê yekê bû go PKK dev ji siyaseta xwe ya dijminatîya PDK û Barzanîyan bernedaye û bernade jî. Lê çi hikmet be rayedarên başûr dîsa berçavkên tarî dan ber çavên xwe û xwe kerr û lal kirin. Piştî go hasil gîha Mûsilê û PKK û PYD li rojava bûn hêza herî xurt, îcar rayedarên me xwestin kirasekî spî li xwe kin û ji bo eyb û şerma xwe veşêrin, dest bi navcînî û qasidîya navbera hêzên rojava kirin. Civîn û mitabaqata Hewlêrê yek ji wan gavan bû. Birastî çibû ji encamên civîn û mitabaqata Hewlêrê? Çima têk çû, kê têk bir, kî sebeb e? Gelo civîna Hewlêrê ji kê re xêr ket? Kî hat xapandin û kê kumê xwe danî serê kê? Kê rexne li xwe girt, kê hesab da gelê Kurd?

Li vir ez ji Serok Berzanî dipirsim:

-Gelo PKK û PYD sebeba bicîneanîna mitabaqata Hewlêrê ji cenabê we re îzah kir? Piştî têkçûna civîn û mitabaqata Hewlêrê, gelo PKK çi garantî dan canabê te go te dîsa wek caran bi navê hesasîyeta paraztina xaka Kurdistanê bi PKK û PYD re rêkeftina Duhokê li dar xist?

-Gelo di derbarê alîkarîya Kobanê û avakirina korîdora di nav xaka rojavayê Kurdistanê de, çi armanc û hesabên PKK hebûn? Çima nehiştin û nexwestin 3-4 hezar pêşmergeyên Kurdistanê ( ku cenabê te ji PKK re pêşniyar kiribû çar hezar pêşmergeyên ji rojavayê Kurdistanê û sê hezar gerillayên PKK bi sîlahên giran êrişî DAÎŞê bikin û xwe bighînin birayên xwe yên Kobanê) biçin rojava? Bersiva PKK û PYD ji cenabê te re ji teref dinya alemê ve tê zanîn ( PKK: Her kesê go bêyî me piyê xwe bavêje nav xaka me, em ê wan wek dagirker bihesibînin). Çi hat guhertin go cenabê te ji parlamana Kurdistanê daxwaza derxistina teskereya hinartina pêşmerge û sîlahên giran bike û bi riya Tirkiyê bişîne Kobanê? Gelo birastî cenabê te PKK nas nake? Ma qey cenabê te hisabê siberojê nake? Gelo we hesabê ne vegerandina wan sîlahan kiriye? Ma hûn nizanin go PKK ti wextî wan sîlahan li we venagerîne û gava venegerîne wê têkiliyên we bi dewletên cîran re têkeve çi rewşê? Gelo hûn nizanin roja karê PKK bi we xelas bû hûnê dîsa bixiyanetê bên tawanbarkirin?

Dinya alem zane ji bo PKK ketin û neketina Kobanê tu tiştî îfade nake, ew tenê bi hostetîya xweya hertim rewşê baş bikar tîne û roja karê wê bi we biqede wê disa li we vegere û bêje: Barzanî DAÎŞ afirand û bera ser me da. Gelo kes ji derûdora cenabê te di derheqê agahîyên rayedarên PKK ên di TV, rojname û ajansên wan de derdikevin, dijminatî û tohmetên ku di derheqê cenabê te û PDK de dikin, agahîyan didin te? Bela hê çend roj berê Cemîl Bayik ê hevserokê KCK di hevpeyvîna bi riya Tv Stêrk ji Gunay Aslan re weha digot: “Şandina pêşmerga û sîlahên giran ne meseleyeke go mirov hevqasî mezin bike. Gerillayên me jî li Şengal, Maxmur, Kerkuk û Celewle paraztina xaka başûrê Kurdistanê kir; heta gerillayê me ew der rizgar kirin. Jixwe gerîlla û pêşmerga yekîtîya askerî di pratîkê de pêk anîye, vêca maye yekîtîya siyasî. Ji xwe ya mihîm ji bo me ew e ku du sal berê rêber Apo daxwaza avakirina Kongereya Netewî kiribû ku wê rêveberîyek qerarwergirtinê jê pêk bînin; em niha li ser vê yekê serê xwe dêşînin. Divê Kongra Netewî rojek berî rojekê were lidarxistin.’’

Li ser pirsa Gunay Aslan go wiha bû: “PKK li dij netewdewletê ye, lê başûrê Kurdistanê defacto dewletek federe ye û ber bi netewdewletê ve diçe, gelo ev ji bo avakirina îradeyek siyasî ya hevbeş ne asteng e?” Bayik wiha domand: ’’Rast e em li dij netewdewlet in, di vî warî de siyaseta me zelal e. Lê qonaxa em tê de me mecbûrî tehamûla siyasetên xelet ku doza netewdewletê dikin kiriye, lê em bi siyaseta xwe bahwerin ku emê wan bînin ser riya rast.’’

Gelo cenabê serok soza go were ser siyaseta rast da PKKê, go PKK (herçendê hijmara pêşmergeyên bên hinartin jî PKK tayîn kir) piştî wê qebûl kir peşmerge bi sîlahên xwe ve daxilî Kobanê bibin? Gelo cenabê te nabîne go siberojê wê PKK tehamula hêzên dervayên xwe an jî hêzên go teslîmî siyaseta PKK nebûyî tarûmar bike? Ma qey hûn nizanin yek derdê PKK heta YNK “go şirîkê hikûmeta partiya canabê te ye” ew e ku PDK û mala Barzaniya têk bibin? Ne dûr yekê vê mehê di roja ‘’ Kobanê’’ de, biryar bû ji ala Kurdistanê pêştir ti al neyên bilindkirin, lê çi hikmet be YNK û PKK tenê bi alên partiyên xwe û bi silogana bijî serok Apo, bijî rêber APO pêştir ti silogan ji devê wan derneket û ji xwe herdu partîyan xwe ji nav refên Kurdistanîyan dabûn alî, bi serê xwe tev digeriyan.

Îcar pirsa min ji cenabê we ev e:

– Hûn nikarin şirîka xwe ya hikûmetê kontrol bikin, hûnê çawa partiyek wek PKK a pragmadîst kontrol bikin? Bi gotinek din, mekanîzma we ya kontrolê çiye ji bo hûn karibin PKK bi peyman û sozên dayî tevbigerînin? Ma heta kengî hûnê dezgehên Kurdistanîyan di bin zilma PKK û PYD de bihêlin?

Bi kurt Kurmancî; ji kê re xêr be ji PDK û malbata Barzanîyan re ne xêr e wesselam.

About The Author