Arîanna kezeb li min peritand

Wê rojê ez bi trimbêla xwe derketibûm kêf û seyranê. Min ji xwe re digot „belkî bi tofelaqî bedewek li min rast bê, qismetê min vebe û ez bi tenê nemînim“ filan û fîstan.

Hûn zanin, di trimbêlê de tenêbûn ne xweş e. Gava meriv bi tenê be xewa meriv tê û meriv aciz dibe.

Hîna ez di nav wê fikar û mitalê de bûm, hew min dît xanimekê destê xwe ji min re bilind kir.

ariaannaMin hişk pêl frênê trimbêlê kir û toz û dûman bi ser serê trimbêla reben ket.

Wele xanima germik û nermik, bedewa seksî û agirpêketî li kêleka min siwar bû, çend pişkokên xwe vekirin û sînga gewr û boz berda çolê.

Ma yabo felek hat serê min, hayhoooooooooo, hayho!

Bi namûs girêza devê min wek çemê dîcle û Feratê herikî, çavekî min li trimbêlê û yek li sîng û berên xanimê bû. Malmîratê te digot qey du zebeşên Diyarbekirê dane ber sînga xwe. Her memikek wê weqî û nîvek bû, serî sor û binî zer, hiş ji serî derxist der.

Axir, piştî  xoş û bêşê, got: “ Kuro ma te ez nasnekirim peppûko, ez Arîanna Sînn im û stêrka seks û lotika me“ xwelîser.

Arîanna Sînn?

– Wîîîîîî, weyla topek li nav şeqê te ketê erê welle, ma çawa te nas nakim qulpiz, ewa go di fîlmên seks û pornoyê de xiyaran diqeşêre û dike cacîq?

– Ha, aha ew ez im!

– Êêêê, îcar tu li vanderan çi digerî, çi dikî ez qurban?

– Welle ez ji xiyarên Amerîkî aciz bûm, bi wan virikî bûm, min go de ez biçim lêkolînek hûr û kûr li ser xiyarên Kurd û Kurdistanê bikim.

– Wey ehlen we sehlen Arîanna xanim, hema dûr neçe, lêkolîna pêşîn li ser xiyarê min bike ez heyran. Binere bê cacîq ji xiyarê min çêdibe yan na.

Ez serê we neêşînim gelî xwendevanan, piştî xanima germik û nermik lêkolîna xwe ya pêşîn li ser xiyarkê min çêkir û geh rakir û geh daxist, ji trimbêlê daket, çend wêneyên xwe wek diyarî dan min, got „bay baaayyyyyyyyy“ xatir xwest û çû.

Û ez jî wêneyên wê diyarî we dikim gelî xwendevanên xoşewîst.

Ka binerin bê hûn Arîanna Sînn diecibînin yan na.

ariaanna 5

ariaanna 7

ariaanna 3

ariaanna 1

ariaanna 2

 

About The Author