DESTÊ MIN MEZIN DIBIN !

Ebûzêr’ê Kahtayî çû ba doktorekî dostê xwe û got:

Doktor beg, vê demê destên min roj bi roj mezin dibi,  gelo çima?

Doktor muayene kir, tu tiştek nedît. Destê Ebûzêr normalbûn lê dîsa jî ji bo derûnîya wî xirab nebe eletexmîn dermanek dayê û bi rê kir.

doktor KopieEbûzêr çendekî şûn de cardin çû doktor. Rûniştin, li hal û hewalê hevûdu pirs kirin. Ebûzêr mijara mezinbûna destê xwe vekir û got:

–  Doktor beg tu ji min bawer nakî, lê bi qebra bavê te destê min mezin bûne, dermanê te jî fêde nekir !

–   Ezbenî hûn çend salî ne ?

–   62

–   Himm….

–   Tu çawa zanî ku destên te mezin bûne?

–   Doktor, niza çawa vebêjim ku tu ji min fêm bikî ?

–   Keremke, te çawa pê derxist ku mezin bûne?

–   Doktor beg, haşa hizûra te, berê min xirê xwe dida destê xwe serê xirê min li derve dima, didaliqî  jêrê.

–   Êêêêê!

–   Niha xirê xwe hildidim destê xwe, serê wî nadaliqe, naxwe destê min mezin bûne.

Doktor bi kena ji xwe ve çû û got:

–  Ezbenî, mirov ku kal dibe xirê mirov biçûk dibe, ji ber wê ye ma tu nizanî.

Werhasil Ebûzêr qanî bu.

Wek vê meselê niha jî serê hinek Kurdan mezin dibe, lê aqilê wan biçûk dibe.

Sedema wê ne kalbûn û pîrbûn e, sedem neneteweperwerî ye bêguman.

About The Author