Xwedê daye Pûtîn, ox!

Kêf kêfa xalê me Wladîmîr Pûtîn e. Pûtîn ê kinik û kurtik, vê carê jî bi avik û spermayên xwe di rojevê de ye. Li gor tê gotin, ne ji avik û spermayên Pûtîn be, wê tuxmê Rûs ji dinyayê biqele û wenda bibe.

Li gor nûçeya New York Observer, dibêjin Seroka Komisyona Zarok û Malbatan û Pirsgirêkên Jinên Rûsyayê Yelena Borîsovna Mizûlîna, pêşniyazek daye parlamentoya Rûsyayê û lotikek kesanedî avêtiye.

putin Kopie

Çi gotiye kezîkura Mizûlîna?

Gotiye: „Avik û spermayên Pûtîn wê çîn û nîjadê Rûs ê herî bijare biafirîne. Divê temamê jinên hemwelatîyên Rûsyayê bi avik spermayên Pûtîn avis bibin û biwelidin. Ji bo ku nîjadek bijare û saxlem biafire, divê her jina Rûs bi rêya postê avik û spermayên Pûtîn bixwazin, wê avik û spermayê di malzaroka xwe de bimeyînin û pê biwelidin“ filan û fîstan.

Yanî, li gor xanima teradînî Mizûlîna, nîjadê Rûs bûye şorbe û jihevde ketiye, qûnek bûye. Û ji bo çîn û nîjadek bijare çêbibe jî, divê jinên Rûsyayê avik û spermayên Wladîmîr Pûtîn di malzaroka xwe de bimeyînin, pê biwelidin û zarok û çêlîkên Pûtîn ji xwe derxin.

Wax wax wax!

Keçê hey te hêlik û gunikên Lenîn, Stalîn, Brejnev û Gorbaçov alastê, ma çi hewceyî poste û şandina avika bi postê ye?

Hema rasterast bêje: „Bela temamê jinên Rûs kîrê Pûtîn di xwe kin, bela Pûtîn di temamê jinên Rûs ne“ û xelas. Îcar ev çi poste û moste û serêşandina zêde ye xanimê!

Ma jinên Rûs bi avik û spermayên postê têr dixwin peppûkê?

Go ne xiyarên zindî û avika germ têkevin wan, kengî jinên Rûs qîma xwe bi avik û spermayên cemidî û qerisî tînin lêêêêêêêê!

Moskova

 

About The Author