Xwedê Ji Xwedê Ne Razî Be!

Serok Apo biryar da û ji Şamê derket.
Teyara wî li hewa sê-çar tûr avêt û çû xwe li Romayê danî.
Li Romayê çend mehan guhdarî kir.
Ji her çar aliyên Ewrûpayê kurdan êrişî Romayê kirin. Ne li sermê guhdarî kirin, ne jî li germê; bi şev û roj çalakî çêkirin, govend girtin û slogan avêtin:

Bijî serok Apo!
Bijî serok Apo!

Dengê girseyê di guhê serokê wan de olan dida…
Bi dehan kesan xwe ji bo wî şewitandin…
Bi dehan kesan mejiyê xwe xwarin, dîn bûn, bûn pîskopat…
Û bi dehan kes bi çolê ketin; Ewrûpa li ber çavê wan bû Emerîka û Awusturalya…
Çalakiyên kurdan pêl bi pêl li seranserê dinyayê bi taybetî jî li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bûn…
Molotof û xweşewitandin bû mode.

Tekstîlvanan bi milyonan tîşortên bi wêneyên Apo dan çêkirin. Hinek tekstîlvan bi xêra wan tîşortan bûn milyoner.
Molotofan xwediyên benzîngehan kirin tucar û bi ser ketin.
Benzîn ket karaborsayê…
Dû re…
Dinya li Apo hat xezebê.
Ji kekê Masîmo Dalema xwestin ku Apo ji Romayê derkeve. Lê destê Apo ji Romayê nedibû.
Spagetî…
Lazanya…
Fitbol…
Tabloyên Leonardo Da Vîncî…
Û şevên romantîk…

Kekê Masîmo Dalema ji ber gefên dinyayê nekir der û mecbûr ma ku ji kekê xwe yê axretê birêz û rêzdar Apo re bibêje êdî bes e.
Serok Apo kejika stuyê xwe xwirand. Xwe avêt himbêza hevalbendê xwe Masîmo Dalema, çend niqut hêsir bi ser hev de herikandin û xatir ji Romaya xopan xwest.
Xatir xwest, lê nizanîbû wê berê xwe bide ku…
Hinekan go, ji welatê penguenan çêtir tune ye…
Hinekan go, ji Efrîka Başûr çêtir tune ye. Mandela dostê kurdan e û miletê wî jî wek kurdan bi salan êş kişandin, eciqîn, lewma jî ew ê bibe alîkar…
Hinekan go, Çîn û Maçîn…
Hinekan jî go, rotaya me bila Qandîl be…
Serok û rêzdar û bi ser de jî birêz Apo, ligel ekîba rêberiyê li teyera xwe siwar bûn û berê xwe bi ezmanê heftan vekirin.

Etehyato  çawa lê hato…

Teyare li hewa çû û hat, çû û hat, berî ku benzîna wê biqede li dora Moskowayê xwe bera erdê da. Birêz rêheval Jîrînovskî bi dizî ew pêşwazî kir û çend rojan bêyî ku hikûmeta Rûsyayê bibihîze li devereke ku Şeytan û Xwedê jî nikarin rê bi ser xin, ew veşart û kir mêvan…
Lê hewa û av û nanê Moskovayê li serok Apo nehat û mecbûr ma ji wir jî derkeve.
Û derket…
Teyara wî dîsa bi hewa ket…
Lê rêhevalê wî kekê Jîrînovskî, bêpere, miftîbelaş depoya teyara wî fûl kir û ew bi rê kir.
Kêfa Apo ji Moskovayê re hatibû, lê mixabin Moskovayê jî ne bû yar û ne jî bû diyar ji wî re…
Li ezmanê heftan ku piçekî dinê wê de biçûya wê derbasî ezmanê heyştan bibûya û xwe biavêta bextê Xwedê, fikirî, fikirî, kûr û dûr çû û ji pîlotê teyarê re go, “berê me bide Yewnanistana xopan, warê Arîstoteles, Platon, Sokrates û Epîkûr…”
Yewnanî bêbext derketin û derî û şibakeyên xwe ji serok birêz û rêzdar Apo re girtin. Apo xemgîn bû, li ber dîroka Yewnanê ket û fiskirand çû. Di dilê xwe de sed û yek bavê yewnaniyan anî pênç qurişan. Ne Arîstoteles hişt, ne Platon, ne Sokrates, ne jî Epîkûr…
Serê xwe kil kir û di ber xwe de go, “tiştê çû, nede dû…”
Li ezmanê heftan, li Mandela fikirî. Lê çima ew wêrekî û cesaret nehatê ku here xwe biavêje bextê Mandela, nizanim.
Stratejîstên her heft parzemînan hîn jî li ser vê meseleyê lêkolîn dikin, lê hîn jî tu encam bi dest nexistine.
Apo, di dilê xwe de go, “bi her sê telaqên bêfitû ji Kenyayê çêtir tune û heger bibêjin erê, ez ê li wir bimînim û bibim serokê qebîleyekê…”
Lê Kenya!
Xwedê ji te re nehêle Kenya! Hûn wek rengê xwe rûreş derketin.
Belasebeb negotine, “Xwedê Teala çiyê dibîne û berfê lê dibarîne…”
Çawa hat û çawa çû siwar hat û peya çû. Kêfa serok lê qewitî û dewleta Kenyayê serok Apo kirin pakêt û teslîmî dewleta Tirko kirin.
Û bi dîlgirtina Apo re, apê min lal bû. Peyv ji bîr kir û mejî lê tewlomewlo bû. Navê wî hew hat bîra wî. Xwe li sûkê li nav pêlên însên qewimand. Serî di ber de meşiya, lê kir û nekir, navê wî nehat bîrê. Go navê min Ebaso ye, go na ne Ebaso ye. Go navê min Cemşîd e, go na wele ne Cemşîd e jî. Hîn li nava difikirî, camêrek li ber wî re derbas bû û go, Merheba ji te re Mahmûd. Apê min wek nuh ji dawa dêya xwe bikeve, kêfa wî hat û ji mêrik re go, Wey Xwedê û pêxember ji te razî be gidî! Ev serê seetekê ye ku min navê xwe ji bîr kiribû. Mala te ava!

Û nuha jî pêvajo diajo, lê em nizanin bê ka ber bi ku ve diajo…

About The Author