KÊ HÛN KIRIN MISILMAN ?

Remo û Cemalo herdu ji gundekîne lê her yek li bajarekî din bêşekar in. Carna bi telefonê hal û hewalê hevûdu pirs dikin. Bi henek û laqirdîyan suhbetê dikin.

Remo bi telefonê li Cemalo gerîya, Cemalo li ser nimêjê bû kurê wî telefon vekir:

–  Keremke

–  Ez Remezan li Cemalo gerîyabûm.

–  Fermo

–  Tu kî yî?

–  Ez kurê Cemal im keremkin.

–  Bavê te li ku ye?

–  Bavê min nimêj dike apo.

–  Waa law bavê te kengê bû Misilman ? Bavê te nizane qûna xwe bişo îca ew û nimêj !

–  Apo bavê min çawa nizane nimêj bike ?

allah KopieCemalo bi lez û bez nimêja xwe qedand, zanibû dê Cemalo hê bêje. Telefon ji destê kurê xwe girt:

–  Kuro tu dawa çi li min û nimêja min dikî ? Law ez kurê şêx im ma tu nizanî ?

–  Erê bavê te şêxbû lê tu û nimêj ?

–  Law ez wek te bi zora jinikê nebûm Misilman, jinbira min tu bi zor bire hecê, bi zorê bi te rojî da girtin ka bêje derewe ?

Remo dît ku wê Cemalo zêde pêş ve biçe, xwe kerr kir û telefon qut kir weselam.

Îro Tirk, Faris û Ereb çeteya DAIŞê bi navê Misilmantîyê dişînin ser Kurda, nizanin ew nikarin derbarê Misilmantîyê de bi Kurda re kab biavêjin. Em nevîyê Silhedînê Eyûbî ne lê hûn ? Law me bapîrê we ê 72 salî di pêşa xwe de sunet kir, paşê kire Misilman. Hûn li ku Misilmantî li ku minafiqno !…

About The Author