Dez 5, 2014

    Quzê kerê çend parçe?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Kadîn
    • 802 Views
    • 8

    Di zaroktîya me de carna me ji hev dipirsî:

    Quzê kerê çend parçe ye?

    Îcar ev jî wek mesela KDP ye.

    virto Kopie

    Li bakurê Kurdistanê PDK bûye wek mesela quzê kerê. Kesek nizane çend parçe ye û hê wê çend parçeyên din jî ava bibin. Hîm û bingeha PDK li bakur heye, xurt e, lê mixabin wek şivanê bê pez e. Şivanên pez jî xwe di mirêka (eynika) dêw û ejderhayan de dibînin, ji ber ezezî û karîyerîstîya xwe nikarin çend karik, berxik, mîh û bizinan bînin ser hev. Ji bo ku xwe li ber dilê başûrîyan şîrîn bikin û çend hestîyan ji goştê wan bikevêjin, dev ji serhişkî û pozbilindîya xwe bernadin û nabin yek, nikarin û naxwazin bibin yek jî.

    Tew ji xwe Osman Ocalan ji KDP kêm mabû.

    Vê dawîyê hewldanek hat kirin da ku hemû parçeyên PDK (bi taybet jî PDK-T, PDK Platform û hinek grûpên ku xwe wek PDK dibînin û ji wê bingehê hatine) bînin cem hev û wan di bin sîwana yek PDK de bikin yek. Lê ma kesek dev ji serokatî û kursîyê serokatîyê berdide? Ma serê du beranan di beroşekê de dikele? Na. Herkes dibêje: “ Ez û ne kesekî din“. Herkes dibêje: „Yekîtîya çi qardaşim? Ji xwe partîya me hazir û nazir e, bela bên di nav partîya me de cîh bigirin û xelas“ filan û fîstan û quzê kerê.

    Li gor tê gotin, xalê me Sertac Bûcak vê dawîyê çûye Soranistanê û hevdîtinek bi Osman Ocalan re kiriye. Wek tê zanîn, niyeta Osmanê me jî heye ku li bakur PDK ava bike û bibe serokê wê. Dibêjin Osmanê me telefonî hinek girgirekên PDK ên bakur kiriye (wek M. Emîn Qardaş) û xwestiye ku di bin serokatîya wî de ji nû ve PDK ava bikin û dest bi lotikan bikin.

    Ji alîyê din, li gor saloxdanên sîxurên me, PDK-T û Platformê jî li hev nekiriye. Xalê me Sertaî Bûcak gotiye: „Ji xwe me bi raya Serok Barzanî kongreya 10 li dar xistiye û partîya resen, germik û nermik em in. Bela bên di bin sîwana me de karê xwe bikin û xelas“ filan û fîstan.

    Wekî din, xalê me M. Emîn Qardaş ji berpirsên PDNK re gotiye: „We go yekîtî? Tew tew! Ji xwe partîya me hazir û nazir e babam, hema werin têkevin bin sîwana me û xebata xwe bikin wî“ û wî jî wek xalê me Sertaç Bûcak daye lotikan.

    Axir, xuyaye ev kevnareyên me, evên ku bi nexweşîya serokatî û kursîyê ketine, dev ji tebîet û serhişkîya xwe bernadin. Ji qewla Tirkan ve, ev „eskî tufekler“ên me ne bi kêrî partîyên xwe tên û ne jî dihêlin ku yekîtîyek çêbibe wesselam.

    Îcar pirsa me ev e:

    Quzê kerê çend parçe?

    Amed

     

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    8 Comments Already

    1. pdk bakur ew penci sale penci lıb tınene ewji yek yekire xebernade ewdıbe tu gruba pkkyi ew dıbe tu grupa ergenekoneyi werhasıl tevareji dıben tırşıkci bes yekitiyawan neyartıya pkkye pkk ji jıwanre namus u şeref nehiştiye u sıet xeş

    2. Apociyan peyva DEMOKRATIK kirin gû , û KDPliyan peyva DEMOKRAT kirin rêx.

    3. xirre ker bi quze keré pir sanaziye quze kere meden ber henekan

    4. Hin zanin cawaba ve pirse?me digo…Werk dev u lebe tene

    5. Meji di Zarotiya xweda ji hevre Digot. le keseki Bersiveka bi rasti ne dida Hev.Ema disa ez dibejim ki KDP cend perceyi Quze kere ji hevqas Perceyi

    6. Welleh^^i ewqas pir e tew nayê jimartin !

    7. du percene quz keré pdk yek adin ynk

    8. dihoke 7 kes tasekede duxun evan qebrxanaji peran didin serhev

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: