Quzê kerê çend parçe?

Di zaroktîya me de carna me ji hev dipirsî:

Quzê kerê çend parçe ye?

Îcar ev jî wek mesela KDP ye.

virto Kopie

Li bakurê Kurdistanê PDK bûye wek mesela quzê kerê. Kesek nizane çend parçe ye û hê wê çend parçeyên din jî ava bibin. Hîm û bingeha PDK li bakur heye, xurt e, lê mixabin wek şivanê bê pez e. Şivanên pez jî xwe di mirêka (eynika) dêw û ejderhayan de dibînin, ji ber ezezî û karîyerîstîya xwe nikarin çend karik, berxik, mîh û bizinan bînin ser hev. Ji bo ku xwe li ber dilê başûrîyan şîrîn bikin û çend hestîyan ji goştê wan bikevêjin, dev ji serhişkî û pozbilindîya xwe bernadin û nabin yek, nikarin û naxwazin bibin yek jî.

Tew ji xwe Osman Ocalan ji KDP kêm mabû.

Vê dawîyê hewldanek hat kirin da ku hemû parçeyên PDK (bi taybet jî PDK-T, PDK Platform û hinek grûpên ku xwe wek PDK dibînin û ji wê bingehê hatine) bînin cem hev û wan di bin sîwana yek PDK de bikin yek. Lê ma kesek dev ji serokatî û kursîyê serokatîyê berdide? Ma serê du beranan di beroşekê de dikele? Na. Herkes dibêje: “ Ez û ne kesekî din“. Herkes dibêje: „Yekîtîya çi qardaşim? Ji xwe partîya me hazir û nazir e, bela bên di nav partîya me de cîh bigirin û xelas“ filan û fîstan û quzê kerê.

Li gor tê gotin, xalê me Sertac Bûcak vê dawîyê çûye Soranistanê û hevdîtinek bi Osman Ocalan re kiriye. Wek tê zanîn, niyeta Osmanê me jî heye ku li bakur PDK ava bike û bibe serokê wê. Dibêjin Osmanê me telefonî hinek girgirekên PDK ên bakur kiriye (wek M. Emîn Qardaş) û xwestiye ku di bin serokatîya wî de ji nû ve PDK ava bikin û dest bi lotikan bikin.

Ji alîyê din, li gor saloxdanên sîxurên me, PDK-T û Platformê jî li hev nekiriye. Xalê me Sertaî Bûcak gotiye: „Ji xwe me bi raya Serok Barzanî kongreya 10 li dar xistiye û partîya resen, germik û nermik em in. Bela bên di bin sîwana me de karê xwe bikin û xelas“ filan û fîstan.

Wekî din, xalê me M. Emîn Qardaş ji berpirsên PDNK re gotiye: „We go yekîtî? Tew tew! Ji xwe partîya me hazir û nazir e babam, hema werin têkevin bin sîwana me û xebata xwe bikin wî“ û wî jî wek xalê me Sertaç Bûcak daye lotikan.

Axir, xuyaye ev kevnareyên me, evên ku bi nexweşîya serokatî û kursîyê ketine, dev ji tebîet û serhişkîya xwe bernadin. Ji qewla Tirkan ve, ev „eskî tufekler“ên me ne bi kêrî partîyên xwe tên û ne jî dihêlin ku yekîtîyek çêbibe wesselam.

Îcar pirsa me ev e:

Quzê kerê çend parçe?

Amed

 

About The Author