Devliken Kelogirî

Diphallia!

Ango Dukîrî!

Li gorî tipê, ji şeş milyon însanan di yekî de derdikeve.

Ev camêrê dukîrî, li Emerîkayê dijî, lê xwe eşkere nake.

Camêr dibêje, „Ez nikarim bende meraqa însên kevim. Kî bibihîze du kîrên min hene, wê bibêje, hela ka derpî ji xwe bike, ez jî bibînim.

Ji muxtarê taxê heta zebzefiroşê taxê, her kes ê bixwaze bibîne. Û ya din jî, naxwazim dukîriya min têkeve pêşiya navê min.

Dukîro rûne…“

Li ser pirsa, „reaksiyona jinan çawa ye?“

Camêr dibêje, „Jin hene, jinkok hene.

Hinek ji wan, dema çav lê dikevin, şaş û matmayî dimînin, başewala-şilfîtazî ji nav nivînan direvin derve; hinek jî ji kêfa hew zanin wê çawa bi wan şa bibin û têxin ku derê xwe.“

Weleh du kîrê camêr hene û camêr eşkere gotiye, ez bîseksuel im ango him bi jinan re, him jî bi mêran re didim lotikan.

Rast derew, xêr û guneh di stuyê Salih Bezoyê çapemenîst be, dibêje, rê min daye û min bi çavên serê xwe dîtiye ku kîrê wî yek jê dema quz didît radibû, yek jê jî dema qûn didît…

Salih Bezoyê çapemenîst da zanîn ku, kîrek jê heta ew li wir bûye daneketiye û ew bixwe jî bi zorê ji nav lepên wî filitiye…

Weleh xweş bazar e.

Wexta Xwedê bide, nabêje tu lawê kê yî? Camêr, him di jinan de diçêre, him jî di mêran de. Jixwe dem dema cotan e:

Cotmemik…

Cotkîr…

Cotserokatî…

Û…

Biborin! Min vê carê bi şaşî got, „û“

About The Author