Mîz derman e, gelo rîx çiye?

Belê, li gor bawerîya Hindûyan mîza çêlekan dermanê gellek nexweşîyan e.

Li gor sîxurên me dibêjin, xwedêgiravî mîza çêlekan ji bo van nexweşîyan derman e:

-Serêşî, zikêşî, virikîn, êşa gurçikan, êşa kezebê, êşa firşikê û bi dehan êş û nexweşîyên din.

celek miz

Herweha hinek zanyarên Hindû dibêjin ku xwedêgiravî mîza çêlekan dermanê pençeşêrê (kanserê) û êşa zirav (werem)ê ye jî. Dibêjin heçê rojê galonek mîza çêlekan vexwe (bi taybet çêlekên Hindistanê) kanser û manser nêzîkî wî/wê nabe.

Û rîxa çêlekê?

Her çiqasî zanyarên Hindû behsa fêde û girîngîya rîxa çêlekan nakin jî, lê dibêjin mîzvexurekî Hindû gotiye ku „rîxa çêlekan jî dermanê mirinê ye“ û heçê rojê beroşek rîxa çêlekan bixwe, mirin jê re tuneye.

Îcar hûn bi qîma xwe ne babam.

Hûn bi ya Hindûyan dikin yan nakin, ji vî ve!

Hûn mîza çêlekan vedixwin yan venaxwin dîsa ji vî ve!

Hindistan

About The Author