WE GOT PROVOKASYON! WEY HEYFÊ!

hemid omeriLi malê ji serê jinikê xwîn dinuqite ser xaliya sor, hovê malê dibêje wê ez mecbûr kirim. Li kuçeyê xerîbek bi serûçav li ser erdê dikeve yên derdorê dibêjin wî xwe da kutanê. Li Tarlabaşiyê yek ji ber tercîhek xwe tê kêrkirinê sûtalek dibêje çêran bi min kir. Li Diyarbekirê çadir tê talankirin yên derdorê dibêjin li taxa me tinazên xwe bi me dikirin. Li Batmanê keçên xama xwe dikujin tê gotin ku hîn sedem ne diyar e. Li Mereşê çar keçik bi hev re xwe di golek de wer dikin tê gotin ku Stephen King dixwendin.

Li Kerbelayê Yezîd Îmam Huseyn dikuje dibêjin jê xeber nedin. Li Kurdistanê eşîr bi ser eşîran de tên hûrkirin û eciqandin dibêjin ji hedê xwe derketin. Li Dêrsimê Li Koçgiriyê bi das û balteyan kurdên elewî tên perçekirin dibêjin çend şakiyên jirêderketî bûn. Li mizgeftên Kurdistanê mela û seyda ji paşserîyên xwe tên gullekirin dibêjin Xwedê mezin e. Li serê dax û çiyayan mêrxas tên binerdkirin dibêjin îxanet kirin.

Li Mereşê li Gaziyê li Beyoğluyê mal yeko yeko tên nîşankirin û şewitandin dibêjin ne ji me bûn. Li Sêwasê şair tên şewitandin dibêjin di teqwîmê de rojek ji rojan bû. Li Licê li Pasûrê zilm û mirin dibare dibêjin kes nikare bi me bide gotin. Li kolanên bajaran otobês, dikan û mal dişewitin dibêjin ji ruyê we de bû. Li Robozkê erd û esman diqelişe ji bombeyan dibêjin sînor îhlal kirin. Ceylan diçe Uğur diçe Berkîn diçe dibêjin ne bi dasa me bû çek û kevir di dest wan de bû.

Li Ka’bîlê li Lahorê li Keşmîrê li Qahîreyê li Hartûmê li Yemenê li Bexdayê li Qudsê bi milyonan însan tên kuştin dibêjin em ji bo we li vir û li wir in. Li Silêmaniyê li Kobaniyê li Duhokê li Hewlêrê li Şingalê jin û xort zar û zêç roj bi roj diçin; dimrin tên firotin dibêjin em riya heq nîşanî wan didin.

Li Parîsê Sakîne, Leyla û Fîdan tên kuştin her yek dibêje Emer Emerê kê ye! Li Charlie Hedbo xêzik tevî qelemên xwe ditewin û dikevin erdê dibêjin me tola xwe hilanî wan em provoke kirin!

Kî we xwedî dike? Kî we li serên me dike bela? Hûn li rohilat li ser navê demokrasî anînê kevir li ser kevir nahêlin ew li ser navê cîhadê heman tiştî dikin. Hûn li ser navê  medenîkirinê kom bi kom dikujîn ew li ser navê Xwedê û pêxember seriyan jêdikin. Hûn li ser navê pêşvebirinê nan û ava wan jî ji wan distînin ew li ser navê ayetan keç û jinan difiroşin. Hûn li ser navê ewlekariyê her dikujin û dax û çiyayan bombebaran dikin ew li ser navê maf û demokratîkkirinê her derê dişewitînin.

Hûn li ser navê xwe dikin ew li ser navê xwe! Ji xwe re li sedeman negerin. Geh hûn dikin geh ew. Ew li ser modernbûnê dikin hûn xwedêgiravî ji bo dîn dikin. Ew ji bo emrîbîlme’rûf nehyîenîlmunker dikin hûn ji bo wan ji do û pêr bînin îro dikin! Lê ne hûn diçin ne ew tên. We kir kafirkeratî. We kir ziqûm û kêferat.

Hema ku tîr û awir bi aliyên kîjan ji we de bibin gotina we hemûyan jî yek e. Em hatin provoke kirin. Ji ruyê wan de bû. Em bêguneh in. Mebesta me ne ev bû. Hûn herdu alî jî têkdiçin û ji lewma dibin agir û dibarin. Her yek ji we bi fobiyek digre û bi pey mafdarbûna xwe dikeve. Rohilatî jî rojavayî jî başûrî jî bakurî jî…

Kê we provoke kir? Li Kerbelayê li Mereşê li Dêrsimê li Agiriyê li Sêwasê li Stenbolê li Êlihê li Kobaniyê li Şingalê! Kê we provoke kir li Kurdistanê li Efxanîstanê li Iraqê li Sûdanê li Îsraîlê li Filîstînê li Bosnayê li Amerîkayê li Fransayê!

Hema wisa hûn hazir in ku hin werin û we ji rê derînin! Hûn ew qas evdal û cahil in! Hûn ne xofik in lê hûn xavik in. Hûn zilmê dikin. Hûn dikujin hema qet nexin bela serê kesên din û qala provokasyonê nekin. Hûn dikin: çimkî we kuşt li ser navê Xwedê û pêxember, li ser navê medeniyet û demokrasiyê. Jê pêştir û jê wêdetir nîne. We bi hev re devê kulê vekir lê na ez şaş im we devê kulê venekir çimkî kul hûn bi xwe nin. We kir ku em nikarin bigrîn we kir ku em êdî nikarin bibînin. Lê ti sêhrek jî ji destê me nayê. Mûcîze hew di destê masûman de ye. Eger ku rojek îja ew li me û li we werin xezebê wey li halê me!

Ji bo roja dawî ev e gotina min: Ez musilman im lê ne ji we me. Rebê ku hûn qala wî dikin û yê ku ez jê bawer dikim ne yek e lewma ruhê min jî ne ji ruhê we ye. We kir ku ez ji xwe jî û ji mirovatiyê jî şerm dikim. Ez we û yên wek we hewaleyê ew Xwedayê ku baweriya min pê tê dikim. Li vê dinê jî û li ya din jî dê destê min di tînika we de be û ez ê heqê xwe û yê mirovatiyê li ser navê exlaq, edalet û ujdan ji we bixwazim. Dînê min ji min re yê we jî bila ji we re be û bicuhumin herin ji ruyê alemê.

About The Author