Başqanê me çima por spî kir?

behntengoBelê, Albert Einstein porê xwe bi fîzîk û matematîkê re spî kir, kir wek berfa pûk.

Sokrates û Platon porê xwe bi fîlozofîyê re spî kirin.

Karl Marx porê xwe bi doza karkiran û Das Kapîtal re spî kir.

Stalîn porê xwe bi dîktatorîzmê re spî kir.

Reşo Barack Obama porê xwe ji ber pirsgirêkên reşikên Amerîkayê û derdê Erebên qûnreş spî kir.

Cemîl Bayik û Dûran Kalkan abêmiz porê xwe bi kantonan û antî netew-dewletbûnê re spî kirin.

Mûrat Karayilan abêmiz porê xwe ji ber hisret û evîna welatê xwe spî kir.

Ê başe qardaşim, başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan çima porê xwe spî kir? Çima por weşand?

Aha mesele di vir de ye.

oco Kopie

Û bala xwe bidin gellek ji rêvebirên partîyên başûrê Kurdistanê, hem porê wan reş û qetranî ne, hem simbêlên wan. Tayek porê spî di serê wan de tuneye. Û ji xwe porê wan qet naweşe jî.

Çima gelo?

Gelo porê xwe boyax dikin, yan porê xwe bi qetrana petrola Kerkûkê dişon?

Çima porê Kurdên bakur zû spî dibe û yê Kurdekanên başûr reş dibe, dibe qetran?

Gelo ji avê ye, ji xwarinê ye, ji hewayê ye, yan irsî û genetîk e?

Axir, porê kê reş dibe, sor yan şîn dibe ji vî ve, lê pirsa min ev e:

Çima porê başqanê me spî bû? Çima zû weşîya?

Gelo ji ber şert û mercên girava Îmralîyê ye?

Gelo ji derdê Hakan Fîdan, Erdogan û Kiliçdaroxlî ye?

Yan ji ber guhertina ekolojîya demokratîk e?

Werhasilî kelam, pê derxin û qezenc bikin qurban.

Heçê pê derxe bê çima porê başqanê me zû spî bûye, emê wan bikin serok û rêvebirên Kantonên Şingal, Kerkûk û Silêmanîyê. Û wek qûtê salê jî emê traktorek kartol û petatên demokratîk bidin wan wesselam.

Ê de xwedê bi we re be…

About The Author