Me ne bawere, lê dîsa jî li ser xêrê be

Belê, li ser bextê fitne û fesad û li ser bextê dikandar û mastfiroşên bajarê Midyadê be, dibêjin 100-120 qeraseyên zilaman hatine ba hev û însîyatîfek bi navê „Însîyatifa Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur“ damezirandine.

Çima?

Ji bo ku xwedêgiravî PDKT (Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê – Bakur) bikin yek û wê xurttir û pêşdetir bibin.

Belê, îro li bakurê Kurdistanê 3-4 PDK çêbûne. Heçê radibe li ser navê PDK lotik û zîtirkan davêje, ji bo çend qirûş yan çend îhaleyan ji PDK a Başûr bistîne, xwe makyaj, boyax û himra û bodra dike û xwedî li PDK derdikeve. Yên ne PDKî xwe dikin PDKî û yên PDKî jî ji xwe ji hev tarûmar û belawela ne, nayên û nikarin bêm cem hev û dibin sebebê parçekirina PDK. Helbet gunehê mezin di stuyê PDK Başûr de ye. Heke hinek porreş û simbêlreşên PDK Başûr dest û ling û pozên xwe nexistibûna nava PDKT, niha PDKT (Bakur) parçe nedibû û wê yekîtîya PDKT pêk bihata. Ev lotik lotikek kevn e û heta bi îro hatiye. Parçebûn û parçekirina PDKT ji kujtina Saîd Elçî û Saîd Kirmizitoprak dest pê kir û heta bi îro jî didome.

Axir, dibêjin „Însîyatifa Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur“ komîsyonek  ji 12 qeraseyên zilaman pêk anîye û xwedêgiravî wê ev komîsyon bixebite û hewl bide ku hemû alî û dilxwazên PDKT bîne cem hev û wan bike yek.

Wele xweş xebere lê me ne bawere!

Ma kesên ku rojekê tenê jî nebûne endamên PDKT û niha hizbelqeder bûne serok û rêvebirên beşekî wê, dev ji kurtan û cilika xwe berdidin?

Ma kesên ku li ser vî navî dixwazin di meclîsa Tirko de bibin wekîl û meaşekî baş bistînin, kesên ku li Başûrê Kurdistanê li ser vî navî dixwazin îhaleyan bistînin û milyonan qezenc bikin, dev ji kursîyê xwe berdidin?

Ma yekkirin û yekîtîya PDKT ewqasî hêsan û rehet e babam?

Haaaaaa, birastî lo, ew porreş û simbêlreşên ku li ser navê PDK Başûr PDKT parçe kirin, çima hewl nadin ku PDKT bikin yek? Çima hewl nadin ku hemû partîyên netewparêz û Kurdistanî di bin sîwanekê de bikin yek? Çima partîyên Rojavayê Kurdistanê anîn ser maseyekê û di bin navê PDK-S de ew kirin yek, lê nikarin li bakur vê yekê bikin?

Yan li hesabê wan nayê?

Werhasilî kelam, em wek Partî Demokratî Lotikxane „Însîyatifa Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur“ pîroz dikin û ji wan re lotik û zîtirkên xurt dixwazin. Hêvîdarin ewê biserkevin û karibin PDKT bikin yek…

ins

About The Author