Serok Barzanî tilîyek avêt bin dûvê dewletên hevpeyman

Li paytexta Brîtanya Londonê kongreyek ji alîyê dewletên hêzên hevpeyman hat lidarxistin. Çi mixabine ku Kurd ji bo beşdarîya kongreyê nehatin vexwendin. Şerê li dijî rêxistina terorîst DAÎŞê li ser pişta Kurdan û pêşmergeyên qehreman pêş dikeve û biserdikeve. Lê çi hîkmet be, Kurd nayên vexwendin û li ser navê temamê Iraqê tenê Erebê qûnreş, Serokwezîr Heyder Ebadî beşdarî kongreyê dibe.

finger barzani KopieErê lo, yên ku qûşê li qûnekên DAÎŞê diqetînin Kurd in, pêşmerge ne, gerîlla ne, lê li ser navê Kurdan kesek nayê vexwendin û Erebê qûnreş Heyder Ebadî li ser navê Kurdan jî beşdarî kongreyê dikin.

Axir, di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nerazîbûna xwe anî zimên, tilîyek qerase avêt bin dûvê dewletên hevpeyman û Heyder Ebadî û helwesta welatên hevpeyman bi tundî rexne kir. Barzanî di derbarê kongreyê de daxuyanîyek qerase belav kir û nerazîbûna xwe eşkere kir.

Ê de kerem bikin, bixwînin bê Serok Barzanî çi gotiye û çend tilî xistine qûna dewletên hevpeyman û Heyder Ebadî.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kongreya London ku taybete bi wan welatên li gel rêxistina terorîstiya Da“îş re li şer dane, li demek da tê sazkirin ku Kurdistan li şerekî raste rast û tund daye beranber terorîstên Da“îş û rojane bi xwîna geşa Pêşmergeyên qehreman, şikestên mezin tûşî terorîstên Da“îş dike.

Piştî êrîşa terorîstên Da“îş, Pêşmerge bi xwîna xwe sedan hezar koçber û pêkhatên neteweyî û oliyan parastiye û çendîn navçeyên berfireh bi bêyî li berçavgirtina pêkhatên runiştvanên van navçeyan ji destê terorîstan rizgar kiriye.

Me çaverêya ewe dikir hemû aliyek rêz li qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge bigrin û piştî beşdarbûna nûnerên Kurdistanê li vê kongreyê û kongreyên wekî van bikin. Tu gumanek li wir da tûne ku niha bandortirîn û karîgertirîn hêz ku bi awayeke raste rast û kirdarî rûbirûyê terorîzma cîhanê bûye hêza Pêşmergeyên Kurdistane.

Li vir da nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê pêşkêşî rêkxerên vê kongreyê dikin û cihê dilgiraniya meye ku şehîdbûn û qurbanîdan beşa xelkê Kurdistanê bê û î“tîbara wê jî ji bo xelkekî din bê hejmartin. Xelkê Kurdistanê hêjayî eweye ku runiştvanên navdewletiyên bi vî awayî de nûnerê xwe hebê ku guzarişt li rastî û bîr û nêrînên gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman bike. Giraniya vê rewşê li ser milê gelê Kurdistane û tu kes û aliyek nikarê nûnerayetiya xelkê Kurdistanê bike û dengê rastiya xelkê Kurdistanê li kor û kombûnên navdewletî de bigihîne.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

About The Author