Çêbû çêbû, allahwekîl çêbû!

Kuro lawo Segvano dawiya dawî çêbû allehwekîllllll,

Çi çêbû Ahmed, çi çêbû te serê xwe xwariye vê sibê?

Kuro lawo xirûcira di nav Kurdên Rojava de qediya ha, ez bi kofiya şêxkim qediya wîîî!

Bi wê quranê Ahmedo te serê xwe xwariye, ev ti îro xewnerojkan dibînê babam?

Kuro lawo xewnerojkên çi, semahê xwe deyne, guhê xwe veke û li min guhdar bike, xweya dike tu rojevê naşopînî allehwekîl.

Rojeva çi Ahmed? Ana ti bi qedrê xwedê kî, tu qala çi dikî?? Kuro bi serê şêx min fam nekir. Qey qiyamet rabûye, yan qantir zaye oxlim?

Kuro lawo çêbû û dawiya dawî ENKS û Tev Dem li hev kirin û lêvegera siyasî ji bo Kurdên Rojava avakirin, ma nûçe ji vê xweştir heye lawo. Ez bi serê te kim, wek tirşika ber savarê xweşe wî!

niqaso KopieBi gora seyda ez bahwer dikim vê carê serok li Hewlêrê guhê ENKS ê hinekî bada, yan jî xwedê min şaş neke gotiye: „Hûn mecbûr îro li hev bikin, bese dev ji zarokatiya xwe berdin, bi allahwekîl ezê pera ji ser we qut bikim û we bikim parsekên devê derîyê xelkê, êdî herin hûn çi gûyî dixwin bixwin“ filan û bêvan.

Kuro Ahmed, allahwekîl min digot belkî tu biaqilî, weleh xweya dike te mejiyê xwe xwariye û mejiyê mirîşkekê jî di serê te de tuneye.

Kuro lawo ma ev yên ku li hev bikin, bi sê telaqên bê fito, ew hênceta ji bin erdê derxînin wê derxînin ji bo li hev nekin û heke wan li hev kir jina min ji min berdayî be. Ku ez simbêlê xwe kur nekim û xwe nekim mîna selefiyan ez ne ji kîrê bavê xwe bim lo, wey!

Ma ev yê tifaqê ne Ahmed, ev yê xwarinê ne, malê me ne û em qumaşê xwe nas dikin, em zanin bê çend mû bi qûna kê vene wiii.

Na na vê carê raste Segvano, vê carê raste û bi wê quranê berxikan şîr kiriye mast ha.

Ji ber ENKS ji Tev-Demê bi sê KURSIYAN bêhtir e û hersê partiyên ku bi me re xayîn ketibûn jî, çûn ser pişka Tev-Demê.

Behs neke Segvan, allahwekîl Apociyan bi destê xwe mala xwe xera kir.

Ahmedo weleh xweş xebere lê min ne bahwere.

Ê de li ser xêrê be lawo li ser xêrê be….

Almanya

 

About The Author