KOBANÊ KET Û NEKET

Piştî şer û pevçûnek 5 mehan, Kobanê ji terorîstên DAÎŞê hat pakijkirin û bi temamî ket destê hêzên Kurd. Her çiqasî Pentagon û Amerîka hê jî bawer nakin ku Kobanê bi temamî azad bûye jî, lê piranîya hêzên li Kobanê û li herêmê piştrast dikin ku Kobanê bi temamî ketiye destê Kurdan û dor hatiye rizgarkirina gundên Kobanê.

Di şerê Kobanê de YPG nêzîkî hezar şehîdî da. Her çiqasî YPG berxwedanek mezin li hember DAÎŞê kir jî, lê bi çek û sîlehên sivik nikarîbû xwe li ber çekên giran yên DAÎŞê bigire. Heke bi vî awayî biçûya û alîkarî ji YPG re neçûya, DAÎŞê Kobanê dixist destê xwe û Kobanê diket. Bi ketina Kobanê hem wê dilê dijminên Kurd û Kurdistanê xweş bibûya, wê kêfa wan li Kurdan bihata û hem jî wê moralê Kurdan bişikesta, serê wan li hember cîhana medenî xwar bibûya. Şerê Kobanê ne tenê şerê YPG û DAÎŞê, lê êdî bûbû şerê xîret û namûsê, şerê berxwedan û teslîmîyetê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev tişt xweş dît. Ji ber vê bû ku got ”Kobanê xîret û namûsa hemû Kurdan e” û destê alîkarîyê dirêjî Kobanê û YPG kir. Ketina Kobanê dihat wateya ketina Kurdan, piçûkkirina Kurdan û di navbera Efrîn û Qamişlo de dibû xendek û dîwarek asê. Heke Kobanê biketa destê DAÎşê, wê dor bihata ser Efrînê jî. Û bi vî awayî wê Kurd ji Deryaya Spî bihatina dûrxistin û di sînorên Qamişlo, Cizîr û Hesekê de asê bihatina hiştin. Lê plan û projeyên DAÎŞê û dewletên ku li pişta DAÎŞê bûn (bi taybet dewleta Tirk) bi saya serê Mesûd Barzanî, Amerîka û hêzên hevpeyman têk çû, biserneket û di encama şer û berxwedanek mezin de Kobanê ji destê çeqelên DAÎŞê hat azadkirin. Lê hîna li dora 300-400 gundên Kobanê di destên çeqelên DAÎŞê de ne û heke tifaqa pêşmerge û YPG xira nebe yan neyê xirakirin, hêvîyek mezin heye ku ew gund jî yek bi yek ji terorîstên DAÎŞê bên pakijkirin.

Gotinek me Kurdan heye dibêjin ”Di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye”. Kesên ku di rojên teng de muhtacî alîkarîyê ne û alîkarîyê ji bira yan dostên xwe dixwazin, gava derketin firehîyê bi nexweşîya pozbilindîyê dikevin û bê eraq serxweş dibin. Alîkarîya ku di rojên tend de stendine ji bîr dikin, yan înkar dikin, yan jî hema bi çend gotinên girover di ser re derbas dibin. Di têkbirina DAÎŞê û azadkirina Kobanê de rola pêşmerge, dîplomasîya Mesûd Barzanî û alîkarîya hêzên hevpeyman (Amerîka û dewletên din) nayê înkarkirin, heke wîjdan hebe divê neyê înkarkirin. Lê meriv dibîne ku di çapemenîya PKK de serketin tenê serketina YPG û YPJ ye, Kobanê bi destê YPG û YPJ hatiye azadkirin û qet behsa alîkarîya hêzên din nayê kirin. Bê behskirin jî, wek dilopek ji behrê tê behskirin û wenda dibe, tê wendakirin.

Gelo birastî Kobanê azad bû? Yan azadkirina Kobanê (ku ne ji alîkarîya pêşmerge, Barzanî, Amerîka û hêzên hevpeyman bûya sedî sed têk diçû û diket destê DAÎŞê) wê fêdeyekê bigihîne yekîtîyek netewî û niştimanî? Yan Kobanê ji bo Sûrîyeyek demokratîk hat azadkirin? Yan ew keç û xortên ku can û bedena xwe ji fîşek û bombeyên DAÎŞê re kirin hedef û mertal, ji bo demokratîkkirina Sûrîyê û Rojhilata Navîn şehîd ketin? Û bi dehan pirsên din. Li gor KCK û daxuyanîya wê, azadkirina Kobanê wê ji bo Sûrîyeyek demokratîk û demokratîkkirina Rojhilata Navîn bibe wesîleyek mezin. Lê çi hîkmet be, azadkirina Kobanê ji bo Kurdistanek serbixwe û Kurdistanek demokratîk nabe wesîle. Azadkirina Kobanê ne ji bo Kurdistanê, lê ji bo Sûrîyeyek demokratîk û demokratîkkirina Rojhilata Navîn e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyanîya xwe de rizgarbûna Kobanê pîroz kiriye û gotiye, ”Bajarê Kobanê ji faşîzma DAIŞê hatiye pakijkirin. Rizgariya bajarê Kobanê li tevahiya gelê Kurdisatnê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be. Rizgarbûna Kobanê di salvegera duyemîn a ragihandina kantonê de, ji bo gelê me bûye mizgîniyek mezin. Bi vî rengî ji tevahiya cîhanê re hatiye ragihandin ku xweseriya kantonal a Rojava xwedî wê hêzê ye ku dikare parastina xwe ya cewherî bike û hilnaweşe.”

Belê, di tevahîya daxuyanîyê de carek bi tenê jî behsa alîkarîya Mesûd Barzanî, pêşmerge (tenê gotiye pêşmergeyek şehîd bûye û hew) û hêzên dewletên hevpeyman nehatiye kirin. Xwedêgiravî Kobanê tenê bi destê YPG û YPJ hatiye azadkirin û YPG û YPJ xwedîyê wê hêzê ye ku kare ”xweserîya kantonal a rojava” biparêze. Wek dibêjin, ”Hesp dibeze, siwar pesnê xwe dide”. Yanî, li gor KCK û çapemenîya wê, Kobanê tenê bi destê YPG û YPJ hatiye azadkirin. Wey maşelle!

Min di nivîsek xwe de gotibû ”Ji kê re xêr be, ji PDK û Barzanî re ne xêr e” û behsa Kobanê û alîkarîya PDK û Mesûd Barzanî kiribû. Her çiqasî Mesûd Barzanî û pêşmerge bi niyetek Kurdewarî û netewî nêzîkî meselê bûbin û alîkarîya azadkirina Kobanê kiribin jî, lê em dibînin ku di duyemîn roja azadkirina Kobanê de dest bi înkara alîkarîya Mesûd Barzanî û pêşmerge hat kirin. Ji xwe nehatiba kirin emê ecêbmayî bimana. Di daxuyanîyê de bi pesindarî spasîya wan çend enternasyonalîstên Tirk, Faris, Ereb û çend Ewrûpîyên ku ketibûn nav refê YPG û şer dikirin, tê kirin. Lê çi hîkmet be Mesûd Barzanî, pêşmerge, Amerîka û hêzên hevpeyman bi qasî wan çend enternasyonalîstên KCK jî ne bi qîmet û rêzdar in.

Axir, azadkirina Kobanê helbet dilê hemû Kurdan xweş û geş kir, dilê dijminan jî reş kir. Em hemû leheng û canfedayên Kobanê pîroz dikin û bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin. Dil dixwest ku Kobanê ne ji bo demokratîkkirina Sûrîyê û Rojhilata Navîn bê azadkirin. Dil dixwest ku Kobanê ji bo Kurdistanek serbixwe, yan jî Federe û demokratîk bê azadkirin. Dil dixwest ku Kobanê û alîkarîya ku ji bo Kobanê hat kirin, ji bo pêkanîna tifaqa netewî bibe wesîle û Kurd di çarçoveyek Kurdistanî de bibin xelek. Lê tê dîtin ku heman tas û heman himam e, dîsa kanton, dîsa Sûrîyeyek demokratîk, dîsa demokratîkkirina Rojhilata Navîn, dîsa çîroka bratîya gel û xelkên din.

Lê ka bratîya Kurdan, ka Kurdistan li ku ma?

Kes ji terefgirên PKKê û tûrevên wê napirse…..

About The Author