Misilmanbûna Kurdan

Ez dixwazim îro mînaka misilmanbûna Serêkaniyê (Waşûkanî) ji cenabê we re bêjim. Lê berî wê, weke canabê we jî dizane, hemî siyasetvan, rewşenbîr û zaneyên Kurdan dibêjin „bi sê telaqê bê fitû Êzîdî Kurdên resen in û koka me ne“.  Lê tiştekî jibîr dikin ku atara Şingalê di dîrokê de bi serê bav û kalên wan jî hatiye, êşa Şingaliyan wan jî kişandiye û bi wê qurana ku bi zorê bi me dane xwendin, bi şûr em Misilman bûne.

Gelo çima Êzîdî di stranên xwe de qala Welatê Xalta, Bingol, Serhed, Hekar û Dêrsimê dikin? Hema bersva vê bidin hûnê bigihin rastiya ola îslamê û qûnbigûyê Ereban.

rel_peace Kopie

Di fitûhatê îslamê de Serêkaniyê deriyê xwe li ber derbasbûna îslamê girt ya ku wê demê dibin rêvebiriya „Hiyad binû Al xenem“ de bû. Miletê Serêkaniyê şerekî dijwar li hember misilmanan kir, lê piştir „Hemîr binû Sehdo“ ku bi xwe walî bû Serêkaniyê vekir û bi zorê derbasî Serêkaniyê bû. Piştî lihevkirina bi xelkê Serêkaniyê re, xak bû ya misilmanan û cizyê avêtin ser Êzîdiyan. Serê şexs 4 dînar li hemberî ku jin û zarokên wan nebin, lê piştî islam di wir de xurt bû, hemî mecburî îslamê kirin û qûş li wan qetandin.

Ica em qala Amed, Mûsil, Berzan û deverên din nakin ku heya niha jî nîşanên Êzdayetiyê lê xweya dikin. Û em qala fermana Frîq Paşa û Mîrê Kor nakin ku bi deh hezaran jin û zarokên Êzîdiyan birin û bi deh hezran mêrên Êzîdiyan kuştin. Di nav wan de mîrê Êzîdiyan jî hebû.

Niha li Şingalê dîrok xwe dubare dike, dîroka van Erebê qûnreş dîrokek gemarî ye. Ji kuştin, talan, bêbextî û diziyê pêde tiştek tê de tuneye.

Lê ya min hêrs dike ku heya niha jî hîn hinek Kurd ji Ereban re dixebitin û şerê birayê xwe dikin, di şerê Rojava û Kerkukê de ev deyûz hatin xweya kirin.

Xwedê Kurdan hedayet bike û wan vegerîne ser eslê wan. Û pêşî Ahmedê Berazî, hemî bi hev re bêjin Amîîîîîîîîn!

Almanya

 

About The Author