bijî serok Apo!

devliken-faruqLi pirtûkfiroşa Medyayê ez, kekê Silhedîn, Mehemed Seîd û Husên rûniştibûn. Ne şaş bim li ser dilêşiyên xwe me sohbet dikir.
Camêrekî navsere ligel lawê xwe yî neh-deh salî ketin hundir û bi dana silavekê re go; „Seyda pirtûka Lenîn (nizanim li ser çi quzilqurtê bû) heye gelo?“
Min go; „Heyran fikir û nêrînên serok Lenîn ne li gorî pêvajoya îroyîn e. Çima ew?“
Go; „Pêwist e û divê em wî jî nas bikin, bixwînin. Bavê proleterya ye.“
Lawê wî li ser xwe re zîvirî go; „Bavo, navê bavê Proleterê Osmên e, ne Lenîn e.“

Bav bi bişirîn go; „Dev ji wî qewadê Osmên berde berxê min. Ew proleteryaya li taxa me ku proleteran bera ser xwe dide û proleteryaya ku ez qal dikim ne yek in.“
Min go; „Bijî serok Lenîn!“
Hêrs bû, qermîçekên rûyên wî kûr çûn, go; „Heval, tenê serokekî me heye, ew jî serok Apo ye.“
Em hemû kesên li hundir rabûn ser xwe, tiliyên me li jor, me bi hev re go; „Bijî serok Apo!“
Kenekî tije hêvî û xwebawerî li ser rûyê wî kon vegirt. Brûsk ji awirên wî çûn, go; „Serok Apo rahişt kulmeke genim û çû li ciyekî qelaç-taht reşand. Ew genim li ser wî qelaçî, şîn bû, şên bû…“
Min di dilê xwe de go, ev bûyer, yan mûcîze ye yan jî nîşaneya qiyametê ye.
Bêgûman Apo jîr e û civaka xwe baş nas kiriye.
Ji nebûnê hebûn afirand.
Baweriyeke nuh! (Apoîzm)
Ometeke nuh! (Apoîstî)
Neteweke nuh! (Apoîst)
Û ber bi welatekî nuh ve dihere… (Apoîstan)
Bijî serok Apo!

About The Author