Gelo „nokerî“ ya herî baş, ne TIRKIYEYÎBÛN E?

Dursun Ali Kûçûk

Dema em, wekî PKK derketin holê, bi dakokî em li ser mafê çarenivîsa xwe diyarkirinê ya Kurdistanê radiwestiyan. Avakirina dewlata serbixwe wekî mafê xwe yê rewa me diparest.
Tevayî tevgerên Kurdistanî yên 1970 yan kêm zêde li ser vê mijarê bi dakokî radiwestiyan.
Neha jî di hîm de şemitandinek heye. Berî hertiştî di vê mijarê de erozyon û têkçûneka mezin di bin navê „beşdarbûna unîtebûna Komara Tirkiyê“ pêk tê. Di virade „Dewlet“ xirab tête pêşandan.

Di bingeh de tiştê biçûk tê dîtin, xirab tê dîtin, û li erdê tê xistin jî Demokratîkbûn û Dewletbûna Kurdistanê ye. Komara Tirkiyê jî bi Mîsak-î Millî tê xelatkirin. Kemalîst, kesên Îttîhatî, Kesîn Îslamî û hetanî bi çepgiran tev jî dixwazin Musil û Kerkuk tevlî Komara Tirkî bibe.

Dema ku Mîsak-î Mîllî an ku mezinkirina Komara Tirkiyê tê parestin Dewleta Kurdistanê tê noqkirin.

Ev misoger hizrekî Tirkînî û dagirkerî ye. Erêkirina vêya ji aliyê KCK ve Tirkîtî û Netewperestiya Tirkîtiyê bixwe ye. Him jî Netewperestiya Tirkîtiyê ya dagirker û desthilat bixwe ye.

Ez dipirsim!

Hemî Dewletên vê cîhanê tev Dewletên-Netew in?

Eger ku tev Dewletên-Netew bin divê em di yekê ji wan de jî jiyankirinê nepejirînin. Divê em helwestekî ji binî ve dijî dewletê rave bikin.

Di vê rewşê de dema dijî Dewleta Kurdistanê tê derketin, bi hevre jiyankirin an jî di bin nîrê Komara Tirkî, Îran, Surî û Iraqê de jiyankirin hevkarî bi xwe ye li gel dagirkerên Kurd.

Gotina; Ji bo Dewleta Demokratîk ya Kurdistanê na, Ji bo Dewleta Tirkiyê, Îranê, Sûrî û Iraqê ya Demokratîk“Dagirker“Serdest „ „Erê“ ji binî ve ketina nav wan pergalan de ye. Tevlîbûna Netewperestiya Netewa dagirkere.

Eger di dinyayê de hemî dewlet ne Dewleta“Netew in em Dewleta“Netew an ku ya ne „tenê yek „hilbijêrin. Li gorî min civakên demokratîk yên pir çandî hene. Dewleta Kurdistanê, divê ji pir çand, pir ziman, pir bawerî û pir şêweyan pêk bê.

Çi pêwistî heye ku em di çerxa Dewleta-Netew de bêne eciqandin?

TC(Komara Tirkiyê) vê gavê Dewleta-Netew e, ez naxwezim bi vêya bijîm.

(Şiroveyeke min di rûpela min yê facebook ê de) Li gel Dewleta-Netew ya TC pejirandina jiyanê û li himber Kurdistana Serbixwe helwest danîn, pejirandina siyaseta asîmîlasyonê ye.

Tiştê ez dixwazim bibêjim; Dewlet û desthilatên derveyî Dewlet-Netew jî hene.

Wê demê ji bo çi hûn dijî Serbixwebûna Kurdistanê û dewletbûna wê helwest dideynin?

Ji bo ku hun Federasyona Kurdistanê vala derbixin çima ewqas kar dikin.

Federasyona Kurdistanê Emerîkî ye û xilamê Emerîka ye!..

Hemî dewletên ku nû ava dibin ji bo xwe li palpiştan digerin. Herî dawî Ukrainaya ku dixwaze girêdana xwe bi Rûsya re bibire, xwe nêzîkî Emerîka û Ewrûpa dike. Ji sala 1990 î ve hemî dewletên ava bûyî piştevanî û erêya vana wergirtin.

Ez ji we dipirsim; we ev tev jî nasnekirin?

Wê demê ji bo çi hun dewletbûna Federasyona Kurdistanê ji bo çi nasnakin, piştevaniya wê nakin û dest nadinê?
Rastgirên Netewperest yên Tirkî, Federasyona Kurdistanê û piştevaniya Emerîka û Ewrûpa wekî xulamtiya Emerîka û Emerîkantî şirove dikin.
Mustafa kemal alîgirê Ingilîzan bû û pesnê herkesekî dide yên ku piştevaniya Tekoşîna Netewî ya Tirk kirî.

Islamîstên Tirkî jî wisan dikin. Ew bixwe li gel Emerîka ne lê belê peywendiya Kurdan li gel Emerîka metirsî dibînin.

Dagirkerên Tirk, dema ku Tekoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistan li her parçeyî ji bo xwe li piştevana digerê vêya wekî „ Ajantî, welatfiroşî, xulamî û hwd. Şirove dikin.

JI ÇAVXISTINA TEKOŞÎNA RIZGARIYA NETEWÎ Û TEPESERKIRINA WÊ

Me tevan jî dît û jiyan kir ku Komara Tirkiyê, dema ku Başûrê Kurdistanê çû Federasyonê, digotin; Axa û serêl û eşîr nikarin bibin dewlet û rêvebir, nikarin xwe birêve bibin“ bi vî awayî biçûk dixistin û armanca wan ya sereke ew bû ku dawiya Federasyona avabûyî bînin.

Dema ku DAÎŞ û rêvebirên wê dagirkeriya Komara Tirkî û Ereban li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîş birin ser hêzên Kurdistanî, DAÎŞ û hêzên wekî wêna bi rengekî çalek xistin nava tevgerê de, gihiştina qonaxeka pêşdetir ya peywendiyên Federasyona Kurdistanê li gel Emerîka û Ewrûpa û piştevaniya hêzên Hevpeymanî yên cîhanî ji bo Rojavayê Kurdistanê tev nerehet kirin.

Tîpa çepgirên Tirk yên dagirker jî bi rengekî dîtir beşdarî hevdengiya Îslamiyan bûn.
Bêguman em karkirina Komara Tirk ya dagirker ji bo ku Kurdistan ji piştevaniya derve bêpar bimîne seyr nabînin.Bi rengekî dîtir beşdarbûna beşeke giring ya Ummet û Înternasyonalîzm (Hun vêya wekî Netewperestiya Tirk bixwînin) Îslamîst û çepgiran ji bo hevdengiya Dewletê jî em seyr nabînin.
Lê belê yên ku dibêjin em ji bo Kurdistanê kar dikin û Federasyona Kurdistanê bi rengê Emerîkatiyê, axatî û eşîrtiyê tawanbar dikin mixabin Kurdistanê dikin derketin û beşdarî hevdengiya dagirkeran dibin.

EZ TÊBÎNIYEK DÎTIR LÊBIKIM

Di şerê cîhanê yê yekem de piraniya Kurdan „Yekgirtî“ bûn û dijî „Gawir“an li gel Komara Tirkî cihê xwe girtin. Bi ser de piraniya van Kurdan jî alîgirê wêya bûn ku Mûsil û Kerkuk ji Komara Tirkî re bimîne. Yusuf Ziya, Hasan Hayrî û wê demê yên di Meclîsa Tirkiyê de bûn helwestê wan bi vî rengî bû. Her çend tevan jî mafê Kurdistanê dabine pişt xwe û ji bo serkeftina Komara Tirkiyê kar kiribin jî pişê beşekî giring ji wan rêkirin sêdarê. Derfetên heyî jî bi karkirina ji bo Komara Tirkiyê jidest xwe berdabûn.

Kurd bi sehwana Misilmaniyê helxelitîn. Ji Ummetê ji Kurdean re îdam derket. Inkar û qedexe derket.

Dema ku dagirkeriya Kemalîst Kurdistan ji nûve dagir kir û bixwe ve girê da xwe siparte derewa; Ez axa û begên Kurdan tune dikim, ez Kurdan ji axatiyê rizgar dikim.

Wê demê tevayî sosyalîstên Tirk û Komînîstên Înternasyonal jî beşdarî vê hevdengiyê bûn.

NEHA EM DI QONAXEKE DÎTIR DE NE
Kurdan demeke herî keşxe û bi ronak ya dîrokê bidest xistine. Pêşmerge û YPG“Gerîlla di eniyan de DAÎŞ û yên wekî wêya bibin dixe. Ji Kobanî hetanî bi Kerkukê piraniya deverê hatiye rizgarkirin. Ya mayî jî dê bête rizgarkirin. Piştevanî û erêkirina hêzên hevpeymanî di astên cûda de hate wergirtin.

Hindek ji yên me çi dikin?
Hertim Federasyona Kurdistanê ya ku dixwaze di rêka Dewletbûn û Serxwebûnê de gav bavêje biçûk dixin. Li gorî xwe hîna jî dibêjin Nijadperestiya-Kevneperest, Axa, beg, eşîr û bi hizrê dagirkeriyê werçerxîna dîrokê biçûk dibînin.

Biyanoya wan jî ji vêya pêk tê; „Em dewleta biçûk naxwazin“, „Em Îsraîla duyem naxwazin“. Di wê dema ku Dewletbûn hatiye ber derî de jî, ji bo Iraqê jî kantonên cûda cûda pêş dibînin û paşê jî dixwazin ku wana tevlî „Iraqa Demokratîk“ bikin.

Heman wekî dirûşma şerê cîhanê yê duyem ya „Yekgirtinê“ „Dijî gawira em bibin yek“ neha jî xwe avêtine „ Yekgirtina gelan“.

Çiye, qaşo Barzanî axa y e… Petrolê dixwin… Eşîra birêve dibin… Ez ne Barzan,î me lê ji bo yên wisan dibêjin bi qasî Barzanî kevir biser wan de bibarin. Wê demê dibe ku biser xwe ve werin.

Xala destpêkê Federasyona Kurdistanê ne ji Barzaniyan pêk tê. Her çend ya bi hêz PDK jî be, partî û hêzên cûda di vê Federasyonê de cih digrin û tev jî serbixwebûn û Dewletbûnê diparêzin.

Tekoşîna Rizgariya Netewî ya Başûr xwe dispêre çînên naverast. Xwe dispêre yên dixwazin bibin Burjuva. Di van 20“30 salên dawî de Dewletên ava bûyî pergala xwe di warê çemk de kêm zêde bi vî rengî bû.

Deverên dîtir piştî ku serbixwe dibin û dibin Dewlet têne naskirin û peywendî pêş dikevin. Di Rojhilata navîn û rojhilata nêzîk de dema Kurd dibin mijar, Komara Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî dijî vê derdikevin. Ereb, Fars û Tirk dijî vê derdikevin. Çepgir, rastkir û Îslamîstên wê (Piraniya zêde) yekser reş dikin.

Beşdarbûna hindekan di nav Kurdan de jî ji bo vê hevdengiyê çavkaniya xwe ji vî hizir, siyaset û ramyariya serdest digre.

Vê gavê li rojhilata navîn Sosyalîzm ne di rojevê de ye. Hewayeka şoreşeke bi vî rengî jî tuneye. Kurdistan dikare Demokrat, azad û serbixwe be. Wekî dîtir jî bi qasî pêk bê siyasetên parveker dikare têkevê kar û bête parestin.

TIŞTÊN LI KURDISTANÊ HÛN NABÎNIN AN JÎ NAXWAZIN BIBÎNIN

Destûra Herêma Kurdistanê Destureka Federal e. Navendiyeka hişk nîne.
Li Başûr di navbera partiyan de pêkhatineka stratejîk heye. Hema tev serbixwebûn û dewletbûnê diparêzin û ji bo vê têdikoşin.
Zimanê Kurdî, Çanda Kurdî û perwerdeya Kurdî di her astê de derfetê pêşkeftinê bidest xistiye.
Pirçandî bingeh tê girtin. Li gel ku Kurdî zimanê fermî ye, li hemî deverên ku hejmara nişteciyan %20 bê Asurî, Ermenî, Ereb û Tirkmenî jî zimanê fermî ne.
Federasyona Kurdistanê dibe cihekî wisan ku hemî bawerî têde bi serbestî bijîn. Xirîstiyanî, Êzdîtî, Kakaî û hwd. Derfetên pêşketinê dibînin û xwe derdibirin.
Avakirina artêşa Kurdistanê pêk tê. Ev bingekekî giringe y ê Dewletbînê.
Maliya Kurdistanê heye.
Di çavkaniyên jêrerd û sererd de bi taybet di warê petrol û gazê de di nav welatên hilbijartî yê cîhanê de cih digre. Petrolên Kerkukê û beşeke mezin ku biçûk nayê dîtin ya petrolên Mûsilê kete destê Federasyona Kurdistanê.
Piraniya erdê hate azadkirin.
Desthilatî, hikumet û burokratî û hwd. Heye.
Ji her hizir û baweriyê partî hene.
Dikarim hîna jî bi hejmêrim. Rewşa Nîv-Dewlet pêk anîye. Yekîtiya Iraqê êdî zehmet xuyan dike. Ji nûvre tu kes nikare bihev ve bike.
Kurdistanê xwedî wî derfetiye ku serbixwe bibe û bibe dewlet û di hola navnetewî de bête nasîn di demekî kin de xwe komî ser hev bike.

Pêdivî heye ku vana tev bi hizirekî nû bêne guhertin, berhevkirin û sererastkirin. Pêdivî bi rêkxistin û xistina xizmeta Kurdistanê ya Aboriyê heye. Pêdivî bi Demokratîkbûnê heye. Pêdivî pê heye ku Azadî bêne pêşxistin.

Ez ji we dipirsim? Bi rastî we çi dixwest?

Çi pêwistî pê heye ku hun serê kêliyekê bibêjin Barzanî û Başûr Emerîkayî ne, nokerin, Xayinin û biçûk bixin.

Eger eve nokeriye û xayintiye wê demê Tirkîbûn, Iraqbûn, Îranbûn û wekî vêya nabê ajantiya dagirkeriyê?

An jî em weha bipirsin; Tirkîyeyî bûn ne nokeriya herî başe?

….

Em di pêvajoyekî cîhanî de dijîn. Cîhan biçûk bû. Pergalên Aborî ketine nav hev. Tekoşîna Kurdistanê yekdestên desthiliat yên Cîhanî ranake an jî hêza wê ya rakirinê jî tuneye. Hevkarî pêdiviyeke.

Evqas rewşên yekser yên Kurdistanê û wekî wêya bêguman di hevkariyan de dihêle ku pir qelsî jî derbikevin. Hindek ji van nêzîkatiyan dikare bighêje xala ku em bêjin „nokerî“ jî. Divê dijî vêya em têbikoşin.

Tu bi avakirineke nû ya tiştekî biçûk, qetiyayî û rijiyayî ve beramberî hevî. Bi ser de welatên derdorê te jî dixwazin te bifetisînin. Tu yê van hemî astengî û qelsiyan bibîne. Dema pêwist kir ji bo avakirina ya baştir dikare neçar bimîne ku berdêlên jidest bide.

Tu ji van tevan bireve, reş bike û ji bo pêşxistina ya baş hewl nede tu yê di nava hizir an jî derûnê dagirker de vezîle û bimîne. Tu yê bêyî ku hest pê bike xwe biçûk bixe.

Dema pêwist kir divê tu rêvebiriya herî xirab ya Kurdistanê bide pêş dagirkeriyê. Rêveçûna herî xirab ya aborî derxe pêş aboriya dagirker. Ne ji ber ku tu vana dihilbijêre lê belê dem dê bê tê neçar bimîne.

Lê belê ku Kurdistanê hev û du mehkumî vêya bikin eve tawane. Tawanekî Kurdistanî ye. Bi zanebûn û bi xwestek biçûkxistina tiştê ji xwe mirova dibe hilbijartina tiştên dagirkeriyê.

Mînak; Kurdekî ku hilweşandin û wêraniya Kobanî dijî PYD bikar bîne ew bê wijdane. Vêya RTE yê got; Dagirkere, dijmine, dê Kobanî wêran bike û paşê bê dijî te bikar bîne.

Em rojevên sixte dernexin pêş. Em rojevan li ser Avakirina Kurdsitanê, Serbixwebûna wê, rêvebirina wê, di her alîde girtina dest ya çarenivîsa xwe ava bikin.

Em ji bo wê kar bikin destkeftiyên şerê ku ji Kobanî hetanî Kerkukê berdewam dike, destkeftiyên hêzên ku şer dikin werçerxînine destkeftiyên Netewî û siyasî. Em yekîtiya vê ya siyasî û Netewî pêk bînin.

Wergêr: Agirî Soran / Rewanbêj

kurdistan-post.eu

About The Author