Kîskê apê Mahmûd

Bazê Qendîlê

Rehma Xwedê lêbe, cînarekî me, apê Mahmûd carekê serpêhatîyeke xwe ji min re got: “Dikanek li gundê me hebû, berê jî me pereyên xwe dixist kîsikan, kîsikin biçûk bûn û devên wan bi doxîn bû, pereyên me têde bûn û di bêrîka mirov de bûn. Ez çûm dikana xalê Ahmed, pereyên wî, yê ku tiştên dikanê pê difrotin di qutîkeke pan de bûn û li ser masa ber wî bûn. Min xwest ez fenekê lê bikim, dema min kîsikê xwe ji bêrîka xwe derxist, min bi ser qutîka wî de devê kîsik vekir û ji qazîve hinek pere bi ser pereyên wî de xistin, weku bêhemdî min ji destê min bikevin, helbet pere jî hemî yên hesin û zîvî bûn. Min jî, ji bedêla ku xwedêgiravî bes pereyên xwe ji nav pereyên wî derxînim, min çar car bi qasî wan rahişte pereyên wî û xiste kîsikê xwe. Vê fenê çend caran berdewam kir.

Mamê Mahmûd ev digot, dikeniya û pesnê xwe pêre dida, wey rehma Xwedê li gora te be mamê Mahmûd!

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwest, wek apê Mahmûd petrola xwe levli petrola Îraqê bike û beramberî wê jî çend qurûşekî ji wan qûnreşan bidest bixe taku mûçeyên karmendên xwe pê dabîn bike, lê biser neket. Petrol jî diçe û pere jî nayên, yan jî dixwazin ew jî wek wî kesê ku, nanê wî ji destê wî ket nav ava çem û li ber pêlan çû, got: “De bera xêra dê û bavê min be!”

Herroj li Başûrê Kurdistanê qêr û hawara xelkê ye, cadan digrin, karên xwe baykot dikin, xwepêşandanan dikin lê bê encam e, wek ku pêşiyên me dibêjin “Çavê li deryan xwelî li seryan!”

Bêrîka xelkê vala bûye, lê xuyaye zikê têr haj ji yê birçî tuneye! Ma ez ê kîsikê mame Mahmûd, ji we re ji ku bînim kakacan!

Ez bi wê merqeda Şêx Mazilebdînê nava Nisêbînê kim, hûn nema çav li qurûşekî dikevin! Îca heger mirov ji nîvê rê jî vegere, baştire ku heta bi kabokê di nava çiravê de bimîne!

Petrola we ji we re û pereyên wan qûnreş û Daîşan li nav çavên wan xin û hûn sax!

Kurdistan

About The Author