Heke rast be me kêf kir!

Wek hûn zanin gelî lotikxanecîler, rojavayê Kurdistanê bi 3 kartonan hatiye parçekirin û sê karton jê derxistine.  Kartona Cizîrê, Kartona Kobanê û kartona Efrînê. Ev jî ji bo yekîtîya xaka rojavayê Kurdistanê û yekîtîya bi parçeyên din re dibe astengek mezin.

Werhasil, karton yan kanton û kartol li alîyekî, em bên ser lotika Nûrî Brîmo.

Endamê Serokatîya Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) xalê me Nûrî Brîmo lotikek xweş avêtiye û mizgînîyek xêrê daye çapemenîyê.

Çiye ew mizgîn?

Ev e:

Nûrî Brîmo dibêje: “ Komîteya guhertina kantonên rojavayê Kurdistanê (ji bo her sê kartonan bike yek) dest bi karê xwe dike, herwiha komîteya leşgerî jî dest bi karê xwe dike.”

Yanî, komîteyên lêvegera siyasî ku ji endamên ENKS û TEV-DEM ê pêk tên, wê her sê kartonan bikin yek û xweserîyek yekgirtî û qerase jê derxin. Û di warê leşgerî de jî xwedêgiravî wê hêzên xwe bikin yek û artêşek yekgirtî pêk bînin.

Wey dengê te here xwedê rebbî!

Wey xwedê nîfaq û berberîyê nexe navbera lêvegera siyasî rebbî!

Û ku her sê karton bibin yek çi dibe?

Yan federasyonek tirtire jê derdikeve, yan jî serxwebûnek qerase!

Serxwebûn belkî li gor şert û mercan hinekî wext bistîne, lê federasyon ne dûrî aqila ye. Yanî wek başûrê Kurdistanê. Û helbet pêşeroja federasyonê jî serxwebûn e, yan jî konfederasyona parçeyên Kurdistanê ye.

Li ser bextê Nûrî Brîmo û fitne û fesadên nava lêvegera siyasî be, dibêjin komîteya leşkerî ya lêvegera siyasî ji van lotikvanan pêk tê:  Ebdulsemed Xelef Biro, Îsmaîl Hemê, Beşar Emîn, Mihmed Şiwêş, Mistefa Meşayix, Mihemed Mûsa, Fewzî Şingalî, Ferhad Têlo û Mizgîn Ehmed pêk tê.

Û dibêjin komîteya pêşvebirina rêveberîya xweserîyê jî ji Muhsin Tahir, Neimet Dawûd, Tahir Sifûk, Fêsel Yûsif, Ebdilselam Ehmed, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Selwa Bedran pêk tê.

Ê de li ser xêrê be  rebbî…

Qamişlo

About The Author