Dînê Ateîst

Yekî dîn û yekî dîndar li civatekê li ser hebûn û nebûna Xwedê dikevin qirika hevdu û pevdiçinin.

Ê dîn, ligel dînbûna xwe piçekî jî xwedanenas-ateîst e. Hebûna Xwedê qebûl nake. Ku hinek jê re dibêjin: „Hey gû lawê gû! Xwedê tu çêkiriyî, tu çawa hebûna wî qebûl nakî? Ji wan re dibêje: „Xwedê medê ez çênekirime. Bavê min niyha dêya min, ez çêbûm.“

Axir…

Ê dîndar li yê dîn dinêre, dibêje, Xwedê heye û ev hemû hebûn jî bi wî ye. Ê dîn jî, vê yekê qebûl nake, xwe li erdê dixe û ji ser a xwe daneyê, dibêje, Xwedê tune ye…

Yek jî Dîno, yek ji Dîndaro, dibezin hevdu. Hevdu dibin û tînin. Piştî kêliyekê çend camêr dikevin navbera wan, wan ji hevdu vediqetînin. Civat belav dibe, her kes dihere mala xwe, lê wê şevê xew nakeve çavên mêrikê me yî dîndar; heta berbanga sibehê di ber xwe de dike niçeniç û diqirqile.

Mêrikê me, bi azana melê re lê dixe dihere mizgeftê. Mele çawa çav lê dikeve, fêm dike rewşa mêrikê wî nebaş e. Gû ji wechê mêrikê wî diherike… Mele dibêje:

-Xêr e, çi qewimiye camêr? Ma qey şeytan bi te keniyaye?

Mêrikê me dibe ufeufa wî,

-Ev deyûzê dîn î beradayî ez pir aciz kirim vê êvarê. Xew neketiye çavên min.

Mele dibêje:

 -Weee! Vî deyûzî çi bi te kiriye ku tu ewqasî aciz bûye gidî?

Mêrikê me dibêje:

-Qûnde dibêje, „Xwedê tune ye…“

Mele dibêje:

-Ka li dora xwe binêre, ma tu Xwedê dibînî?

Mêrikê me, li mele dinêre, li dora xwe dinêre, dibêje:

-Na, ez nabînim…

Mele dibêje:

-Wê çaxê Dîno rast dibêje. De nimêja xwe bike û here serê xwe di jina xwe ke. Hebûn û nebûn di wir de ye…

 

Devliken Kelogirî

About The Author