Malmîratê bû jina herî seksî

Lotikvana germik û nermik, bedewa şekirlêvî, karzexala şîrîn û hingivîn Kate Upton wek jina herî seksî hat hilbijartin.

NBC And Time Inc. 50th Anniversary Celebration Of Sports Illustrated Swimsuit Issue Hosted By Heidi KlumModel û mankena ku bi awirên xwe kezeba zilaman dişewitîne û girêza devê wan 5 metroyan diherikîne, ji alîyê kovara Zoo ya Brîtanî ve wek jina herî seksî û agirpêketî hat hilbijartin.

Li gor ku xwendevanên kovara Zoo gotine, dibêjin kesên ku li Kate Upton dinerin tî û birçî nabin, meriv 24 seetan lê binere ne jê têr dibe û ne jî destê meriv jê dibe. Lê derdê bê derman ew e ku Kate Upton bi awirên xwe, bi memikên xwe, bi bejn û bala xwe doxînê li meriv sist dike, girêza dev û haletê meriv diherikîne û bêyî ku meriv destê xwe bidê meriv ji taqatê dixîne. Malmîratê tu dibê qey 280 volt ceryan û elektrîk tê de ye, ewqas ku bandorê li meriv dike û meriv bê eraq serxweş dike.

Werhasilî kelam, Kate Upton ji alî kovara Zoo ve wek jina herî seksî û germik û nermik hat hilbijartin.

Hinek dibêjin: „Na looooo, bi namûs nayê xwarin“ û dilê xwe jê dixelînin.

Û hinek jî jinên xwe ji bo wê berdidin û li ber wêne û sûretên wê ji xwe berdidin û mest dibin.

Ê de ka binerin bê çi dikeve serê we qurban.

kate

kate4

kate5

kate6

 

About The Author