Ev çi jin e yaboooooooo!

Raca Xan

Ê de werin û li vê lotika kesanedî binerin..

Li eyaleta Madya Pradeş, bajarê Îndore yê Hindistanê, jina bi navê Rekha Nagvanshi, ji ber ku ji xesû û xezûrê xwe hez nedikir, salekê mîza xwe bi wan daye vexwarin.

Rekha Nagvanshi, ji ber ku xesû û xezûrê wê tade lê dikir, dixwest dev ji mêrê xwe berde û şeş telaqên wî têxe destê wî. Lê mêrê wê lava kiriye, li ber geriyaye û soz daye ku wê êdî dê û bavê wî tadeyê li wê nekin û ewê bibe ezîza ber dilê wan, Rekha Nagvanshi  li biryara xwe poşman bûye û di nav malê de maye, terka qeraseyê mêrê xwe nekiriye.

Piştî demekê xesû û xezûrê wê dîsa dest bi lotikan dikin û tadê li bûka xwe dikin. Bûka malê Rekha Nagvanshi jî dixwaze heyfa xwe ji xesû û xezûrê xwe hilîne. Radibe çi cara ku çayê ji wan re çêdike, di nav de dimîze û bi wan dide vexwarin. Piştî salekê, rojekê xesûya wê wê di ser mîza çayê de digire û bangî polîsan dike, wê dide girtin.

Xesû jî hene, xesûkok û xezûrok jî hene.

Tembîya min li we be qurban, tade û zilmê li jin û bûkên xwe nekin.

Rekha Nagvanshi mîz bi xesû û xezûrê xwe da vexwarin, belkî yên we gû bi we bidin xwarin allahwekîl…

Eman eman…

Hindistan

 

About The Author