Kî neheq e?

Rêwîyê Kal

Gorî çîrokeke rengîn, mirovek hebûye berê feqîr xizan bûye. Paşê dewlemendî bi ser de rijyaye, bûye xwedî mal û milkekî giran. Di nava hebûnê de kêf dike. Feqîrîya xwe xizanîya xwe ji bîr dike !

Sal diborin ew kes nexweş dikeve, xweda derdekî bê derman didê. Ji hebûnîyê, dewlemendîyê tam hilnade, ji ber êş û jana nexweşîya xwe di halekî xirab de bû. Bîr û bawerîya wî jî kêm bibû, carna li dij xweda îsyana xwe jî dianî zimên.

Xweda melekekî dişîne ba wî mirovî, dibê here jê re bêje: “ Wexta feqîr xizan bû, min dewlemendî bi ser de rijand qe ne digot bes e; divê ji ber nexweşîyê jî hedê xwe bizane li dij min îsyan neke.”

Miletê Kurd jî ji bo serxwebûna Kurdistanê zarokên xwe, malê xwe, canê xwe, gundê xwe da. Di kolanên bajarên Tirkan de bû hêsîrê jiyanek pejmûrde bêpergal, dîsa jî li dij rêxistina neKurdistanî îsyan nekir !

Wexta ku rûyê wan ê “Tirkîyayîbûn”ê derket holê, neteweperwerên Kurdan îtîraz kirin, rêxistinê hemû bi “ajantî”yê îtham kir…

Me bi destê xwe mala xwe xirab kir !

Ê neheq em in, ê gunehkar em in bêguman…

About The Author