Aha jin ev jin e babam

Pornocî Kemal

Berê li Kurdistanê jinên qelew û bi dar û ber pir maqûl bûn. Kesê ku jinek qelew banîya, gundîyan axînî ji kezeba xwe dianîn û digotin: „Law filankes çi jin anîye peeekkkkk, bi sê telaqan kare gundekî hilîne û deyne“.

Ji ber karê gundan pir bû û piranî jî li ser milê jinan bû, jinên qelew û bi dar û ber maqûl bûn û dihatin hezkirin.

Kesê ku jinek jar û çerm û hestî banîya, henekê xwe pê dikirin, dilê xwe jê dixelandin û digotin: „Mala minê, filankeso jî dibêje min jin anîye. Kuro jina te wek wan bizinên go ji xwarin û vexwarin ketiye law, cêrek av bîne wê di bin de bikeve“ filan û bêvan.

Axir….

Mesela me li ser model û mankêna qelew û bi dar û ber Tess Hollîday bû.

Em hîn bûne di televizyonan de li manken û modelên tenik û dirêj, jar û qûnpiçûk binerin. Lê lotikvana qelew û têrgoşt Tess Hollîday dixwaze wê îmaja mankenan bişîne û mankenên qelew li ber dilê temaşevanan şîrîn bike.

Mankena germik û pir nermik Tess Hollîday têra xwe qelew e, wek dermaleyên malê têrgoşt e, dûvberanî ye û wek goştê ser savarê ye. Tess Hollîday ji qelewbûn û kîloyên xwe ne aciz e. Her çiqasî qelew be jî, lê jinek bedew e û girêza devê meriv sedî sed diherikîne. Û ji xwe ez behsa girêza haletê nav şeqê xwe û we nakim.

Werhasilî kelam, birastî ez bi xwe ji wan manken û jinkokên jar û çerm û hestî ûf bûme, êdî hew temê min diçe ser wan. Lê gava çav li yeke wek Tess Hollîday dikevim, zimanê min bê hemdî min li dora devê min dikeve.

Ê de ka binerin bê mankenên qelew bedew in yan mankenên çerm û hestî…

tessholliday2

tess-holliday2

tess2maxresdefault

About The Author