Xort bû revîya, kal bû vegerîya

Kevîn Kurdson

Girtîyê hepisxana Carolîna Başûr Clarence David Moore, berî bi 39 salan ( di salên 70 î de) ji zindanê direve û wenda dibe. Lê mêro piştî 40 salî xwe da dest, telefonî polîs kir û xwest ku di 66 salîya xwe de dîsa vegere hepisxanê.

Belê, ji ber ku rebenê Clarence David Moore qaçax bû û polîs lê digeriyan, nikarîbû xwe sîgorta jî bike û nikarîbû biçe ser doktor yan nexweşxaneyekê jî. Ji ber ku niha di 66 salîya xwe de nexweş e û dixwaze bê dermankirin, dixwaze dîsa têkeve girtîxanê. Dixwaze dîsa têkeve hepisxanê da ku doktor karibin wî saxtî bikin û çareyekê ji nexweşîya wî re bibînin.

Li ser vê yekê, polîsan bi qerpika stuyê Clarence David Moore girt. Lê dîtin ku rebeno felc bûye û gunehê ker û bergîlan pê tê. Niha dadgeha wî didome. Lê kes nizane ka wê dadgeh ceze bibin wî rebenê felbûyî yan na.

Werhasilî kelam, carna meriv li pêşeroja xwe nafikire. Û carna jî şert û merc meriv mecbûr dikin ku tifa xwe balêse û poşman bibe wesselam.

Îcar tembîya min li we be qurban, heke rojek ji rojan hûn jî ji girtîxane yan hepisxanê reviyan, wek Clarence David Moore perîşan nebin û hûn sax…

Amerîka

About The Author