Wê çi şêwirmend jê derkeve, heheyyy!

 

Birastî ez nema zanim ne bikenim û ne bigrîm. Feqîrê Şemoyê me (Şemdîn Sakik lo) 18 salan li serê çiyan ma, di nav mar û dûpişkan de raza, bi xwarina şorbe û pîvazê virikî bû û dawîya dawî hat ket zindana Diyarbekirê û bi xortanîya xwe şa nebû. De xwedê ahê wî ji kesî re nehêle rebbî…

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin Şemoyê me raporek ji 40 rûpelî ji Misteşarê Ewlekarîyê Muammmer Gulen re şandiye û pêşniyaz kiriye ku jê re bibe şêwirmend.

Dibêjin Şemoyê me rapora xwe bi hevalê xwe Tûncer Gunay re ji Mûammmer Gulen re şandiye, gotiye û bilandiye. Li gora ku nivîskarê rojnameya Takvîm Zafer Şahîn nivîsandiye, Şemoyê me ev pêşniyaz li Mûammmer Gulen kiriye.

– Wek rêveberekî PKK 18 salan li herêmê mam. Ez rêyên herêmê wek nava destê xwe dizanim.

– Haya min ji her lîztikên pişt perdê yên li Iraq û herêmê heye. Ez karim vêna bi beşên îstîxbaratê re parve bikin.

– Ez karim bêjin bê çawa êrîş diçin ser qereqolan û îstîxbaratên biyanî çawa bi PKK re kar dikin.

– Di derbarê rêdana Kurd, poşmanî û amadekirina zagona poşmanîyê de karim ji girtîgehê bi telekonferansê agahdarîyan bidim.

– Heger bê xwestin, ez karim wek şêwirmendê Misteşarê Ewlekarîyê jî bixebitim.

Û filan û fîstan…

Dibêjin niha biryar di nav herdu lêvên Mûammmer Gulen de ye. Heger Mûammmer Gulen bêje „temam cîgerim“, wê Şemoyê me bibe şêwirmendek ji şêwirmendên dewleta Tirko.

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan:

Gelo em bi halê Şemoyê xwe bikenin yan em bigrîn?

Hûn çi dibêjin?

About The Author