Sofîyê Gunehkar û xaltîka Fatê

Xatîka Fatê, ez xwe tavêjim bextê xaltîka xwe û ji bo xatirê wê xwarina ku tu datîne ber xwe, bersiva min bide.

Ji ber ku ez xwe gunehkar dibînim, ev çend roj in xew nakeve çavê min. Bê çima?

Selikek min heye wek qûna gur e. Her ku diçim dikanê cixareyekê dikirim, perên hur ên ku ji ber cixarê bimînin tavêjim wê selika xwe.  Her serê demekê ez wan perên hûr dijmêrim, carna dikim perên kaxetî û dixwim, yan didim torinê xwe ku pê lîztikên zarokan ji xwe re bikirin. Bes meha Remazanê ne tê de, ji bo wê mehê ez perên hûr didim fitrên xwe.

Doh na pêr, min dîsa selika xwe wek a qûna gur danî ber xwe ku perê xwe bijimêrim. Min nêta xwe xera kiribû ku ezê vê carê (heger perakî baş be) çi di selika min de derkeve wek alîkarî bidim Lotikxanê. Min destê xwe tije kir min got:

“ Bisimlahirrehmanerehîm, bi bereketa şêx û mişayîxan, bîr, ikî“. Lê ez bi xwe verqelîm (hay bûm) ku ez bi Tirkî dijmêrim. Min pere dîsa avêtin selikê û min nalet li xwe anî.

Werhasil xaltîka Fatê.

Îcar pirsa min ev e:
Ev pere helal in, yan heram in?
Ez bişînim ji Lotikxanê re yan na?
Ezê herim cehnemê yan na ?

Ez vê jî li xwe mikur têm, min ne got „“ ha.  Lê ez xwe gunehkar dibînim. Ez di bextê te de me tu bersiva min bidî.
Katekî xweş.

Sofîyê Gunehkar

Danîmarka

——————

Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê sofîk, mofîk, şêx û melayên zinêkar…

Law Sofîko, xwedê hişto…

Ew taktîka ku tu peran didî hev taktîkek baş e. Lê mesela selikê nabe. Bi selikê meriv nikare dewlemend bibe. Ez dibêjim wê selika xwe bavêje û di şûna wê de xurcik, telîs yan çewalekî bi kar bîne. Piştî go xurcik yan çewal tije perê hûr bûn, xwe çeng bike ser çewêl, xwe li ser wan perên hûr hilde û daxe ji bo go pere di ser hev de bieciqin û ciyê vala di xurcik yan çewêl de nemîne.

Piştî te xurcik û çewalê xwe tije perên hûr kir, îcar xurcika xwe li kerê bar ke, li kera xwe siwarê û berê xwe bide banqê.  Heger karmendên banqê ji te pirsîn „Kuro ev çi ye oxlim, pere ne, bombe ye, çi quzilqurt e, te ji ku anî?“, bêje „ Ez êvaran pencera oda razanê vekirî dihêlim. Xwedê teala di pencerê re avêtiye hundur“ û bersiva xwe bide. Na heger şik û gumana terorîstan ji te kirin û bawer kirin ku ew perê di xurcikê de bombe ne, demança xwe derxe, banqê bişelîne, perên hûr ji wan re bihêle û çewalê xwe tije banqinotên 50-100-200 û 500 Euro bike û derkeve, heta tu karibe bireve. Heger cîh li te teng bû û polîsan dan dû te, li kolana „xxxxxx“ a Kopenhagenê baregeha sîxurên Lotikxanê heye. Here xwe li wir veşêre û bê serêşandin cixara xwe bikşîne ser kezeba xwe.

Werhasil ya Sofîyê Gunehkar…

Îcar ez bêm ser pirsa te cîgerim.

1- Ji bo go te bi zimanê şildim bildima Tirkî herjmartiye, ew pere herimî ne, sedî sed heram in.

2- Wan peran bişîne Lotikxanê, emê wan bi 7 qalib sabûna Helebê bişon û helal bikin. Heger tiştek ji ber wan peran ma, emê ji te re bişînin. Heger tiştek nema û parsekên Lotikxanê bi navê „şoreşê“ dest danîn ser wan peran, ji xwe fatîhayekê li ser wan bixwîne û heqê xwe li me helal bike.

3- Te ew pere bi Tirkî hejmartine ya Sofî. Sedî sed ciyê te cehneme ye û tuyê biçî cehnemê cem wan xanim û jinikên xweşik û seksî. Îcar hûn di cehnemê de çi lotikan li hev dixin ez wê nizanim. Lê heger tu naxwazi biçî cehnemê û di bihuşta rengîn de bibî mêrê 70 horîyên germik û nermik, nesekine, zû wan peran ji Lotikxanê re bişîne. Ji xwe mifta bihuştê bi me re heye. Bi dîn û îman heta tu wan peran ji Lotikxanê re neşînî, te mifta bihuştê bi çavê serê xwe nedît û tu sax…

Hêvîdarim te fêhm kiribe û hişê te hatibe serê te ya Sofîyê Gunehkar.

Cixareyekê bikşîne ser kezeba xwe û baş bifikire..

About The Author