Xaltîka Fatê û Şivan

Silav xaltîka Fatê

Weyla xwedê nehiştê, ev çima deng û his ji te nayê peppûkê?  Yan tu xwe li serê me giran dikî? Te bi nivîsên xwe em rakirin ser tapanan û niha tu xwe wek pisîkê vedişêrî, yaw ma ev bû xaltîka Fatê!

Werhasil, ez bi serê Kasimpaşalî Receb kim, heger tu bersiva vê nameya min nedî, ezê beroşa nîskê bi serê te dakim, ihi!

Ya xaltîka porsor, lêvşekirî û agirpêketî, delala ber dilê xortên 14 heta 70 salî. Ez gundîyekî xwedê me. Ji şivantî û gavantîyê pêve nizanim bi tu gûyekî din. Tew ji xwe ez nizanim bê qanûn çi ne, yasa çi ne û makzagon çi ne.  Fitne û fesadên gundê me dibêjin sermezinê Kasimpaşalî Reco dîsa bûye mîr û di referandûmê de ERÊ bi ser ketiye, NA jî gû xwariye û ketiye ber lotik û zîtirkên ERÊ.

Îcar pirsa min ev e xaltîka Fatê:

Xuyaye wê hêdî hêdî qanûn û yasayên Tirkiyê bên guhertin. Gelo piştî qebûlkirina referandûmê wê partîyên wek MHP, CHP û BDP bi yasayên Kenan Ewrenê qûnek bên mehkemekirin, yan wê bi yasayên Receb efendî bên mehkemekirin?

Zû bersiva min bide berî go ez beroşa nîskê bi ser serê te dakim ha, temam!

Şivanê Dêra Çomera

——————-

 Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê şivan û gavanên Kurdistanê…

Olan oxlim, Şivanê Dêra Çomera, heyla te di serê Bahçelî û Kiliçdaroglû de mîzto, mesela min dûûûûûûr û dirêj e. Serpêhatîya min ji çîroka Ristemê Zal û serpêhatîya Saddam Hisên jî dirêjtire.

Çima ez ji zû de nanivîsim ne?

Law şivanê bê pez, xwedê topa qiyametê li nav şeqê te xisto, aha mesela nenivîsandina min ev bû.

Rojekê xwazgînîyên min hatin û ez ji bavê min xwestim.  Tu zani zava qûnekekî çawa bû? Eynen Mahmûd Ehmedînejad! Kûçikbavo ne dihat xwarin û ne dihat avêtin. Kuro ez bi serê herdu gunikên te kim, meymûnek jê xweşiktir bû lo, wî!

Axir, ji ber ku halê meymûno xweş bû û perên wî hebûn, timaya dinyayê ket dilê bavê min û wek referandûma Erdogan got ERÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊÊ û qebûl kir. Lê min jî şîn girê da, porê xwe da ber meqesan û got “NAAAAAAAAAAAAA ez qebûl nakim, ez kerekî bikim ji vî meymûnî çêtire” û ez ketin grêva birçîbûnê.

Werhasil, ez tam 3 mehan di grêva birçîbûnê de mam, taqata nivîsandinê bi min re nema. Zêdebûna ser kezebê ew bû ku rojîya meha Remezanê jî hat ket ser grêva birçîbûnê. Yanî, bûn 4 meh. Piştî ku ez bûm wek ta û derzî û bavê min dît ku ezê berê xwe bidim axretê, rabû soza xwe xira kir û got “NAAAAAAAAAAA ez qîza xwe nadim ker û meymûnan”. Piştî bavê min soza xwe xira kir, min jî dev ji grêva birçîbûnê berda û niha ez piçik piçik bi ser xwe ve têm.

Ez serê te yê şûnikî neêşînim, aha îro ez ketim vê bêxwedîka înternetê ellawekîl. Min go de ez binerim bê kî sax e û kî mirî ye, lê babam te înternet li min kir kafir kerafî law, ma hewara name û pirsa te bû şivano!

Law Şivanê Dêra Çomera, hey mîh û bizinan di devê te de mîzto, hey karik û berxikan şerwalê te çirando, te go qanûn û yasa? Referandûm û mehkeme?

Kuro lawo ma ez dadwer û sawcî me oxlim? Ma ez profesorê makzagonê me? Law here ji ebûqatên wek Selahattîn Demîrtaş bipirse, ji xalê me Îbrahîm Guçlî bipirse, ji mamê me Kemal Bûrkay bipirse, ji xaltîka me Aysel Tûglûk bipirse, aha ew ebûqat û qanûnzan in cîgerim, ma ez! Law ez çi ji referandûm û meferandûman fêhm dikim babam, waweylê! Îcar wê MHP, CHP û BDP bi kîjan yasayê bên mehkemekirin kuro!?

Kuro şivano, pezê xwe biçêrîne û serê xwe bi qanûn, yasa û referandûman neêşîne xwarzê. Piştî go ziyana pezê te tê de tune, ji te re çi kîjan partî bi kîjan yasayê tê girtin oxlim? Ma girtina partîyan bi serê te û bavê te ketiye qeşmer, hella hellaaaaaa!

About The Author