Xelk can e ma Mihê bacan e?

Belê, hilbijartinên Tirkîyê nêzîk bûn û dê weledê xwe davêje. Ji bo ku têkevin parlamentoya Tirko û mehê 15-17 hezar lîre bistînin, herkes ketiye dora tenûrê û ha ha tenûrê dicincirînin. Bi taybet Partîya Dewşîrme û Çeqilmastên Tirkîyê HDP bûye wek bêndera gund û herkes dixwaze hespê xwe tê de bibezîne û bide lotik û zîtirkan. Ji endamên LGBT (Lezbîyen, Qûnek, Bîseksuel û Transên Tirk û Kurd) bigirin heta bi Kemalîst û çepên Kemalîst, berê xwe didin nav refê HDP û dixwazin bibin namzetên meclîsa Tirko û virqo. Û hetta hinek endamên artêşa Tirk jî ji bajarê Entabê bûne namzetên HDP. Yanî, bi kurt û Kurmancî, HDP bûye hêvî û hêlîna Tirk û Kurdên Tirkî û Tirkîyeyîperest. Ji ber ku HDP xwe partîyek dewletê û partîyek Tirkîyê dibîne û dide nasandin, helbet endametîya Tirkan jî di vê partîyê de normal e û ne abes û heram e. Lê tiştê meriv pê dêşe ev e ku HDP li ser ked û xwîna Kurdan siyaseta Tirkîyeyîbûnê dike û xwelîya heft gundan li serê Kurdan dike. Li ser xwîna şehîdan û bi destê Tirkan pelûlê bi serê Kurdan dadike.

Axir….

Piştî fikarek dûdirêj û biryarek zehmet, min jî biryar da ku ez ji HDP bibim namzetê Muxtarîyeta Kantona Xançepek a Amedê. Ez wek wan kesên ku dixwazin di meclîsa virqo de bibin wekîl û li ser ked û xwîna Kurdan kêfa kîrê xwe bikin, nakim. Ez naxwazim têkevim meclîsa dolheraman û li ser şerefa Tirkan sûnd bixwim. Lê ez dixwazim li bajarê xwe, li mala xwe bibim muxtarê taxa xwe û bi nan û pîvazê zikê xwe û zarokên xwe têr bikim. Bawer bikin ew nan û pîvaza Amedê ji goştê berxên meclîsa Tirko xweştir, lezîztir û hêjatire ji bo min.

Ez serê xwe û we neêşînim, min xwe wek namzetê „Muxtarê Xançepekê“ nîşan daye qurban.

Heke ez wek Muxtarê Xançepekê bêm hilbijartin, soz û biryarên min ev in babam:

1- Ezê her malekê pakêtek cilêtên Zaza bidim wan.

2- Ezê tapo û qoçanên belaş li xelkê belav bikim  û wan ji derdê kirê azad bikim.

3- Ezê esrar û eroîna Licê pir erzan û bi nîvê heq bifroşim pêxwas û qirixên Amedê.

4- Ezê li Xançepekê Komela LGBT vekim û serê hefsarê wan berdim. Kî dinihê kê, kî kê dalêse, kî ji paş û pêş de xwe dide, serê min pê naêşe.

5-Li Amedê 4 hezar kerxane û malên zinêkarîyê hene, ezê bikim 4001 û zêde bikim.

6- Li Kantona Xançepekê ezê ji xelkê re bexçe û zevîyên zebeşên bi dendik û yên bê dendik biçînim. Lê ku dendik di qûna wan de asê man û pê qebiz bûn, ne sûcê min e.

Û gellek soz û biryarên pir girîng wesselam…

Îcar qardaşim, heke we dengê xwe da min, mala we ava.

Heke we dengê xwe neda min dîsa mala we ava.

We da ji xirrê min ve, we neda jî ji xirrê Sirri Sureyya Onder ve û hûn sax!

Xançepek / Amed

About The Author